Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dest bi wergirtina serîlêdanan ji bo perwerdehiyên komputerê yên bingehîn û anîmasyona 3D ji bo jinan kir.
Bernameya perwerdehiyê ya ku dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve bê birêvebirin, armanc dike ku şarezayî û jêhatinên dîjîtal ên jinên ciwan ên ku li bajêr dijîn zêde bike û qadên wan ên pîşeyî fireh bike.
Di çarçoveya perwerdehiyan de, dê dersên derbarê zanîna bingehîn a komputerê, modelkirina 3D û anîmasyonê de bên dayîn. Perwerdehî ku tê plankirin di dawiya hefteyê de bên kirin, dê bi tevahî 6 mehan dewam bikin. Perwerdehî armanc dike ku kar û xebata jinan li bajêr di jiyana kar a dîjîtal de zêde bike.
Serîlêdan dê di navbera 14-21'ê Nîsanê de bi awayê serhêl (online) ji navnîşana https://3dbasvuru.diyarbakir.bel.tr/ bên wergirtin. Jinên ku nikarin serîlêdana serhêl bikin, dê karibin li Navenda Jiyana Jinê ya Koşuyoluyê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê serî lêdin.
Â