Ji welatîyan re xizmeta kontrola tenduristiyê hate pêşkêşkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Sûrê di standa ku hatiye danîn de xizmeta kontrola tenduristiyê ya bêpere pêşkêşî welatiyan kir.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo parastina tenduristiya gel xizmeta kontrola tenduristiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de karmendên tenduristiyê yên ku li Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin kar dikin, li ber Mizgefta Mezin xizmeta tenduristiyê ya belaş da welatiyan.

Di standa ku hatiye danîn de Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Wahap Saçakli û karmend, tansiyonên welatiyan kontrol kirin, şekira xwînê pîvan û testên diyarkirina koma xwînê kirin.

Hemwelatiyên ku gotin ku ji xizmetê razî ne, spasiya karmendên Şaredariya Mezin kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, dê li navenda bajêr û taxên gundan kontrolên tenduristiyê û perwerdehiyê bidomîne û dê berdewam bike ku welatî bigihîjin xizmetên tenduristiyê.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Nîsan 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30