Hevserokên Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên projeya ku li Tesîsa Paqijkirina Ava Gemarî ya Biyolojîk a Pêşketî berdewam dike, li cih saxtî kir.
Ji sedan 60 xebatên projeya "Karê Avakirina Avahiya Ketina Tesîsa Paqijkirina Ava Gemarî ya Navendî" ku Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalizasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) di meha Hezîranê ya 2024an de ji bo zêdekirina kapasîteyê li Tesîsa Paqijkirina Ava Gemarî ya Biyolojîk a Pêşketî dest pê kiribû, hat temamkirin. Tê plankirin ku xebatên li Tesîsa Paqijkirina Ava Gemarî ya Biyolojîk a Pêşketî ku ava gemarî ya malî ya bajêr tê de tê paqijkirin û berdan Çemê Dîcleyê, di meha tîrmehê de bê temamkirin.
Hevserokên Şaredariya Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, xebatên projeyê yên ku li Tesîsa Paqijkirina Ava Gemarî ya Biyolojîk a Pêşketî berdewam dikin, li cih vekolîn kir. Hevşaredarên ku li tesîsa paqijkirinê geriyan, derbarê xebatên ku têne kirin de ji beşên têkildar agahî wergirtin. Hevşaredarên daxwaz kirin ku xebat bên lezgînkirin da ku proje zûtir biqede.
Di dema vekolînê de Hevserokên Meclisê Emîne Akin û Abdulselam Înceoren, Rêveberê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerifoglu, Alîkarên Rêveberê Giştî, serokên daîreyê û endamên meclisê tevî hevserokên geriyan.
Â