Komxebata "Termên Rêveberiya Şaredariyê" hate lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya şaredariya pirzimanî de, ji bo standardkirina peyvên kurdî yên ku di şaredariyan de tên bikaranîn, komxebata "Termên Rêveberiya Şaredariyê" li dar xist. Hevşaredar Doxan Hatun beşdarî komxebatê bû û got, "Em amade ne ku ji bo ziman her tiştê ku ji destê me tê bikin."

Midûriyeta Şaxa Parastina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, bi biryara Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo standardkirina temên kurdî yên ku di şaredariyan de tên bikaranîn, dest bi xebatan kir.

Midûriyeta Şaxa Parastina Ziman, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-Der), Weqfa Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û heyetek ji 15 kesan ku ji kesên di warê ziman de lêkolîn dikin û xwedî ezmûn in pêk tê, yekem komxebata xwe li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê pêk anî.

Piştî civînên ku dê heftê carekê bi periyodîk bên lidarxistin, dê komxebatek berfireh bê lidarxistin û peyvên ku li ser wan li hev hatiye kirin bên nîqaşkirin.

Hevşaredar Hatun beşdarî komxebatê bû

Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Doxan Hatun, beşdarî komxebatê bû, guhdarî pêşniyarên beşdaran kir û serkeftin ji wan re xwest. Hevşaredar Hatun got, "Em amade ne ku ji bo ziman her tiştê ku ji destê me tê bikin."

Farqînî: Di kurdî de dê bigihêjin standardekê

Koordînatorê xebatê Zana Farqînî jî diyar kir ku ew di çarçoveya şaredariya pirzimanî de di qonaxa yekem de xebatê bi zaravayê kurmancî yê kurdî dikin, bi navên kurdî, serokatiyên daîreyan, midûriyet, yekîne, beş, nav, nivîsên ku dê li ser tabeleyan bên nivîsandin, dê bên diyarkirin.

Farqînî bi bîr xist ku wan di sala 2010an de jî xebatên bi vî rengî kirine û got, "Me kurdîya hin peyvan çêkiribû. Di vê pêvajoyê de navên daîreyan guherîn, hejmara wan zêde bû, hin yekîneyên nû hatin vekirin. Em ji bo vê nûvekirina nû dîsa dixebitin."

Farqînî diyar kir ku armanceke wan a din jî bidestxistina standardekê di hemû şaredariyan de ye û got, "Yanî di kurdî de hin peyvên cuda hene, varyantên wan hene, hevwateyên wan hene. Ji bo ku em ji van dûr bisekinin, em wekî pîlot li vir hildibijêrin. Piştî ku em li vir biqedînin, şaredariyên ku dixwazin tabelayên xwe pirzimanî bikin jî dê van xebatan wekî bingeh bigirin û bi kar bînin. Bi vî awayî dê di kurdî de bigihêjin standardekê."

 

Image Gallery