Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo bernameya "Rabirdû Siberoj e" ku ji bo parastina bîreweriya çandî hatiye lidarxistin, geryanek bo nivîskar û akademîsyenên ku hatine bajêr organîze kir.
Rêveberiya Karûbarên Çandî û Civakî ya Beşa Rêveberiya Turîzmê, ji bo mêvanên ku ji bo bernameya "Rabirdû Siberoj e" li Amedê ne, bernameyeke ger û nasandinê li dar xist. Mêvanên ku li cihên dîrokî yên bajêr geriyan, rojeke ku nayê jibîrkirin derbas kirin.
Di çarçoveya bernameyê de ku bi rêberiya Metîn Ozçelîk ê Rêberê Turîstan ê Profesyonel pêk hat, cihê yekem yê akademîsyen, nivîskar û hunermendên ku di nav wan de Michael Löwy, Eleni Varikas û Gretchen Dutschke-Klotz, Göran Therborn jî hene, Pira Dehderî ya dîrokî bû. Mêvanan li ser pirê Çemê Dîcleyê temaşe kirin, paşê Keleha Diyarbekirê ziyaret kirin û dîmena Baxçeyên Hewselê temaşe kirin.
Guhdarîkirina Dengbêjan
Paşê mêvan ji kolanên dîrokî yên Sûrê derbasî Qesra Cemîl Paşa bûn, piştî ku agahî li ser qesra dîrokî wergirtin çûn Mala Dengbêjan. Li vir mêvanan guhdarî Dengbêjan kir û piştî kilamên ku hatin gotin, dengbêj çepik kirin. Li Mala Dengbêjan ku çay hat pêşkêşkirin, agahî li ser dengbêjiyê ku mîrateya dengî ya çanda kurdî ye ji mêvanan re hat dayîn.
Paşê mêvanan, Mizgefta Mezin, Minareta Çar Ling û Dêra Ermenî ya Surp Giragos jî ziyaret kirin û geryana xwe temam kirin.
Â