Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ya girêdayî Agirkujên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Antalyayê dest bi perwerdehiya noqavkariyê kir ku dê 12 rojan bidome.
Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ku di bin banê Serokatiya Beşa Agirkujan de ji bo dîtina kesên ku di avê de winda bûne an di xeterê de ne û rizgarkirina wan xebatan dike, çû Antalyayê ji bo perwerdehiya neqebkariyê. Perwerdehiyê di 17'ê Nîsanê de dest pê kir û dê 12 rojan bidome.
Bi tîmeke 12 kesî dê xizmet li seranserê herêmê were dayîn
Hejmara xebatkara tîmê ku dê ji perwerdehiyeke berfireh derbas bibe, cara yekem hate zêdekirin û derket 12 kesan. Tîma Lêgerîn û Rizgarkirina Bin Avê ku dê beşdarî xebatên rizgarkirina bin avê yên li seranserê bajêr bibe, bi perwerdehiya bi kalîte ku dê wergirin, dema hewce bike dikare derkeve derveyî bajêr jî û xizmetê li seranserê herêmê bide.
Neqebkar dê bi tîma lêgerîn û rizgarkirina bin avê û ser avê re di rewşa amadegehê de peywirên xwe bi cih bînin.
Â