Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo hişmendiya paqijiya jîngehê di nav xwendekaran de çêbike, li dibistanên bajêr derbarê "Paqijiya jîngehê, veberanînê, sifir bermayî û guherîna avhewayê" de perwerdeyan dide.
Ji bo ku hişmendiya parastina hawîrdorê di temenê biçûk de were bidestxistin, personelên teknîkî yên Serokatiya Daîreya Parastina Hawîrdorê û Kontrolê û Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî ji bo xwendekarên seretayî û navîn perwerdeyan organîze dikin.
Di perwerdeyên li dibistanan de ji xwendekaran re derbarê mijarên "Hesasiyeta li hemberî hawîrdorê, bikaranîna çavkaniyan bi awayekî berhemdartir, kêmkirina çêbûna bermayiyan, tevkariya armancên sifir bermayî, veqetandina bermayiyan di çavkaniyê de, girîngiya veberanînê, çavkaniyên enerjiya nûjen û yên ku nayên nûjenkirin, bandorên bataryayên bermayî li ser hawîrdorê û rêbazên berhevkirinê yên rast, zirarên hawîrdorê yên rûnên nebatî yên bermayî û îmhekirina wan, bandorên guherîna avhewayê" de agahiyên teorîk û pratîkî hatin dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin dê di seranserê serdema perwerdehiyê de perwerdeyên paqijiya hawîrdorê yên ji bo zarok û ciwanan bidomîne.
Â