Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak diyar kir ku civakên xwedî li rabirdûya xwe derdikevin, dikarin îro û pêşeroja xwe bi awayekî girîng ava bikin û got, xebatên bîrê ji bo mijara aştiyê gelekî hêja ne.
Bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin, di roja dawî ya bernameya projeya bîra navneteweyî ya bi navê "Rabirdû Pêşeroj e" de, ku bi armanca parastin û jiyandina bîra çandî hat lidarxistin, bi beşdariya ramanvan, akademîsyen û siyasetmedaran panel hat kirin.
Axaftina vekirinê ya çalakiyê koordînatorê projeyê Ulaş Bager Aldemîr kir. Aldemîr diyar kir ku projeya bîra navneteweyî, ku armanc dike çîrokên jiyana ramanwerên Ewropî tomar bike, dîroka devkî û nivîskî bi hev re pêşkêş dike û ev xebat hem "rojhilatî" hem jî xebateke helbestî ye. Aldemîr got, "Bîr hem me dike em bi xwe û hem jî ji bo ku em xwe derbas bikin me teşwîq dike."
Hevşaredar Bucak: Xebateke kolektîf û gelek hêja derket holê
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî di çalakiyê de axivî û beşdar bi Kurdî û Almanî silav kir û diyar kir ku ew ji piştgirîkirina projeya bîra çandî ya navneteweyî serbilind in. Hevşaredar Bucak got ku xebateke gelek hêja, xweş û kolektîf derket holê û got, "Ji bo me jî gelek îlhambexş e. Di pirtûkê de xebateke ku 17 ramanwer, fîlozof, şoreşger, çalakvanên tevgera xwendekarên 68'an ên ku her yek ji wan gelek hêja û xwedî tecrûbeyên bêdawî ne, cih digirin derket holê."
'Hem ronahiyê dide rabirdûyê hem jî pêşerojê'
Hevşaredar Bucak diyar kir ku dîroka devkî û çanda vegotinê ronahiyeke gelek girîng dide û wiha dewam kir: "Hem ronahiyê dide rabirdûyê, hem jî pêşerojê û girêdana di navbera rabirdû û pêşerojê de ava dike. Bêguman em îro dixwazin li ser wê girêdana hêja ya di navbera rabirdû û pêşerojê de xetekê xêz bikin. Ne tenê girêdana rabirdû û pêşerojê di heman demê de girêdaneke di navbera nifşan de ye ku rabirdû, îro û pêşerojê digihîne hev. Me ev di vê xebatê de gelek zelal dît."
'Rabirdû tu carî rabirdû tenê nîne'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku gihandina rabirdû û pêşerojê, gihandina fikrên şoreşgerî û demokrasiyê yên rabirdûyê bi ciwanên îro, tevgerên îro, fikrên demokrasiyê û sosyalîzmê yên îro, fikrên azadîxwaziya jinê gelek hêja ye. Hevşaredar Bucak wiha axivî: "Gotineke gelek xweş a William Faulkner heye, ji bo me jî gelek xweş e û ji bo vê projeyê jî hevokeke ku dikare were bibîranîn: 'Rabirdû qet nemiriye, bi taybetî jî rabirdû tu carî rabirdû nîne.' Yanî civakên ku xwedî li rabirdûya xwe derdikevin, şopên rabirdûyê di siyaseta îro û jiyana civakî de zindî dihêlin û dikarin wê bi roja îro re adapte bikin, di heman demê de hem xwedî li rabirdûya xwe derketine hem jî îro û pêşeroja xwe bi awayekî girîng ava kirine û bi jiyan kirine."
'Xebata bîranînê ji bo aştiyê jî hêja ye'
Hevşaredar Bûcak destnîşan kir ku xebatên bîranînê ji bo mijara aştiyê jî hêja ne û got, "Di pêvajoya ku em tê re derbas dibin, di pêvajoyeke ku aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn tê axaftin de, em dixwazin di heman demê de tekez bikin ku di bingeha felsefeyê de aştî, diyalog, guhdarîkirina hev û axaftina azad a fikrên hev heye."
Piştî axaftinan panel bi rûniştinan dewam kir.
Â