Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bo beşdarbûna Fînalên Tirkiyeyê, lîstika xwe ya yekem bi serfirazî bi dawî kir.
Di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de... Tîma Voleybolê ya Jinan, di pêşbaziyên Yekemîna Komê ya Jinên Ciwan de ku li Qosera Mêrdînê tên lidarxistin, nûnertiya bajêr dike. Di pêşbaziyên ku yekemên kom dê heqê beşdarbûna Nîv-Fînaleyên Tirkiyeyê bi dest bixin de, Tîma Voleybolê ya Jinan ligel tîmên Mêrdîn, Riha û Elezîzê di heman komê de pêşbaziyê dike.
Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di lîstika xwe ya yekem de li hember Margenç Spor a Mêrdînê derket qadê û bi performansa xwe ya bibandor ji qadê bi serfirazî veqetiya. Tîmê, lîstik 3-1 bi serfirazî bi dawî kir û setên lîstikê bi encamên 25-20, 25-15, 26-28 û 25-14 temam kirin.
Tîma Voleybolê ya Jinan, ku bi vê serfiraziyê moral bi dest xist, di lîstikên mayî de dê li hember tîmên Riha û Elezîzê pêşbaziyê bike.
Â