Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana DÎAY-DER'ê kir.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, ligel Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, serdana Komeleya Alimên Dînî (DÎAY-DER) kir. Hevserokên ku ji aliyê endamên rêveberiya komeleyê ve hatin pêşwazîkirin, bi rêveberên komeleyê re hevdîtinek pêk anîn.
Di serdanê de, derbarê banga 27ê Sibatê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd de, bîr û boçûna ramanî hate parvekirin.
Di serdanê de endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi Hevserokan re amade bûn.
Â