Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî çalakiya “Şahiya Biharê ya Zarokan” bû û derkete nav şahiya zarokan.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, beşdarî çalakiya “Şahiya Biharê ya Zarokan” bû ku duh dest pê kir û dê 4 rojan bidome. Hevşaredar Bucak, beşdarî çalakiyên ku li parka li pêşiya Birca Ben û Sen a sûrên dîrokî û li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê ya li navçeya Yenîşehirê hatin lidarxistin bû û bi zarokan re demeke xweş derbas kir.
Zarok kêfxweş bûn
Di çalakiyê de ku bi armanca hem kêfxweşkirina zarokan hem jî pêşxistina çalakiyên wan ên bedenî û derûnî hat lidarxistin, futbol, basketbol, tenîsa kortê, dart, dîwarê hilkişînê, parkûra mala kêzikan, tenîsa maseyê, futbolîna maseyê, rengizkirina rû, şahiya muzîkê û lîstikên zeka û hişê cih girtin. Gelek zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn bi lîstikan kêfxweş bûn.
Hevşaredar Bucak li pêşangehê geriya
Hevşaredar Bucak piştî ku beşdarî çalakiya “Şahiya Biharê ya Zarokan” bû, çû pêşangeha resimê ya ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hatibû vekirin. Bucak, resimên ku zarokan çêkiribûn yek bi yek seh kirin û salona pêşangehê geriya.
Li gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim, Serokê Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê Baran Yilmaz, endamên meclîsê û gelek welatî beşdarî vê çalakiyê bûn.
‘Şahiya Biharê ya Zarokan’ dê heta 22ê Nîsanê bidome
“Şahiya Biharê ya Zarokan” ku bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdaran û Temendaran û Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan tê lidarxistin, dê bi çalakiyên curbecur heta 22ê Nîsanê bidome.