Tîma Jinên Ciwan a Voleybolê ya DBByê derket Şampiyonaya Tirkiyeyê

Tîma Jinên Ciwan a Voleybolê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di maçên serkêşiya herêmê de 3 ji 3 qezenc kirin û derket Şampiyonaya Tirkiyeyê.

Tîma Jinên Ciwan a Voleybolê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hatiye damezrandin, bi serkeftinên xwe balê dikişîne.

Piştî bidestxistina serkêşiya parêzgehê, tîm di şampiyonaya herêmê ya ku ji aliyê Federasyona Voleybolê ya Tirkiyeyê ve hat diyarkirin de jî bû şampiyon.

Di koma dijwar a ku li Qoserê hat lidarxistin û nûnerên Mêrdîn, Elezîz û Riha tê de cih digirtin de, sporvanên ciwan hemû reqîbên xwe têk birin û bê têkçûn bûne serkêşê komê.

Bi vê encamê re, Tîma Jinên Ciwan a Voleybolê mafê beşdariya Şampiyonaya Tirkiyeyê bi dest xist.

 

Image Gallery