Hevşaredar beşdarî bernameya Roja Rojnamegerên Kurd bûn

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd bi rojnamegeran re di hevdîtina taştê de rûnişt. Hevşaredar Bucak diyar kir ku dîroka çapemeniya Kurd gelekî dirêj, zehmet û tijî ye û Roja Rojnamevanên Kurd li rojnamevanan pîroz kir.

Midûriyeta Şaxa Parastina Ziman a Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî, bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevserokên Şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Siraç Çelik, Hevseroka Şaredariya Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Bajêr Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, alîkarên sekreterê giştî, serokên daîreyan, endamên meclîsê û rojnamevanên bajêr beşdarî bernameya li Navenda Çand û Kongreyan ya Çand Amedê hat lidarxistin bûn.

Hevşaredar Bucak: Ev fedakarî nayên jibîrkirin

Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe ya di civînê de diyar kir ku îro salvegera 127’emîn a weşana rojnameya Kurdistanê ye ku ji aliyê Mîktad Mîdhat Bedirxan ve li Qahîreyê hatiye weşandin û Roja Rojnamevanên Kurd li rojnamevanan pîroz kir. Hevşaredar Bucak aşkere kir ku îro rojeke pîroz e û wiha axivî: “Ji rojnameya Kurdistanê heta kovara Hawarê, ji rojnameya Yenî Ulke heta Azadiya Welat ev dîrok gelekî dirêj, zehmet û bi kedê tijî ye. Ev xebat ji bo me hemûyan pîroz e. Gelek kes û malbat hene ku ev bar hilgirtine ser milên xwe. Wan ji bo weşangeriya Kurdî û pêşketina çapemeniya Kurdî gelek ked dane. Heta roja me gelek xebitîn, gelek westiyan. Yek ji van malbatan jî malbata Bedirxan e. Heta îro gelek berdêl hatin dayîn. Ev fedakarî nayên jibîrkirin. Ji Musa Anter bigire heta Gurbetelî Ersoz û heta roja me hemû kedkarên çapemeniyê û hûn şopdarên vê kevneşopiyê ne. Îro, bi vê wesîleyê, em pir kêfxweş in ku salvegera 127’emîn a weşana rojnameya Kurdistanê ye ku ji aliyê Mîktad Mîdhat Bedirxan ve li Qahîreyê hatiye weşandin. Roja Rojnamevanên Kurd li me hemûyan pîroz be.”

 

Image Gallery