Dibistana Agroekolojî û Avhewayê ya di bin banê Şaredariya Mezin a Amedê de xizmet dike, xwendekarên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Rojane ya Zarokistanê perwerde dibin, pêşwazî kir.
Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî, ji bo ku zarok têkiliyeke xurttir bi xwezayê re ava bikin û hişmendiyeke ekolojîk ava bikin, ji bo xwendekarên ku li Kreş û Mala Lênêrîna Rojane ya Zarokistanê perwerde dibin, bernameyeke taybetî li dar xist.
Di çarçoveya bernameyê de zarokên ku ji Kreş û Mala Lênêrîna Rojane ya Zarokistana Baxcilarê bi perwerdekarên xwe re bi servisê hatin anîn, daketin nav xwezayê.
Di çalakiyê de Dibistana Agroekolojî û Avhewayê ji zarokan re hat gerandin û xebatên ku hatine kirin ji hêla karmendên pispor ve ji zarokan re hatin ravekirin.
Zarokan derfeta naskirina tovên herêmî ji nêz ve bi dest xistin
Ji zarokên ku tovên herêmî nasîn re, Agroekolojî, girîngiya avê, qada kompost zibilê (ziblên organîk ku ji bermayiyên nebatî û heywanî di bin şert û mercên şil-oksîjenê de têk diçin û dibuhûjin), girîngiya tovê, biyoçeşidî û çerxên ekosîstemê di hawirdoreke bi xwezayê re hate ravekirin.
Di çalakiyê de, di kargeheke ku hat lidarxistin de perwerdekarên bajêr, çêkirina boyaxa xwezayî ji gulan hînî zarokan kirin. Li bin çavdêriya karmendên berpirs çandina tovê îsotê jî ji xwendekaran re hat nîşandan.
Zarokên ku derfeta lîstina lîstikên xwezayî bi dest xistin, bi vê xebatê re tê armanckirin ku di temenekî zû de têkiliyeke xurttir bi xwezayê re ava bikin û hişmendiyeke ekolojîk bi dest bixin.
Tê armanckirin ku hişmendiya berpirsiyariya ekolojîk bi dest bixin
Di nav armancên kargehên ku di çarçoveya Dibistana Agroekolojî û Avhewayê de hatine lidarxistin de, fêrbûna çerxên av û axê, tovên herêmî û mijarên wekî çerxên veguhestinê bi ceribandina zarokan re jî tê hesibandin. Bi vî awayî, mezinbûna zarokan bi hişmendî li hember krîza avûhewayê, pêşxistina pratîkên jiyanê yên hestiyar bi xwezayê re û bidestxistina hişmendiya berpirsiyariya ekolojîk tê armanckirin.
Â