Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, beşdarî Pêşangeha Çandinî û Sewalkîniyê ya Mezopotamyayê bû û diyar kir ku ew berpirsiyar in ku axên bereket û avê biparêzin da ku emaneta bajêr bispêrin nifşên piştî xwe.
Pêşangeha Çandinî û Sewalkîniyê ya Mezopotamyayê ya ku ji aliyê Mezopotamya Fuarcilik A.Ş. ve tê organîzekirin, cara 16'an li Amedê deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de 300 marqeyên ji hundir û derveyî welat cih digirin û bi tevahî 127 şirket berhemên xwe yên nifşa nû pêşkêş dikin. Di vekirina pêşangehê de, li gel Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Wezîrê berê yê Xwarin, Çandinî û Sewalkîniyê Mehmet Mehdi Eker, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Diyarbekirê Sezgin Tanrikulu, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatî beşdar bûn.
Hevşaredar Hatun di axaftina xwe ya vekirinê de silav li beşdaran kir. Hevşaredar Hatun balê kişand ser pêdiviya pêşangeheke mezintir li Amedê û got: "Em amade ne, ne tenê bi destên xwe, lê bi laşê xwe jî amade ne. Heger hûn hêzê bidin ku nûnertiya bajarê me li welat û qada navneteweyî mezin be, em dikarin bi konsensuseke baş vê derê mezintir û berhemdartir bikin. Em amade ne. Ev pêdiviya bajarê me ye jî."
'Divê em bajêr bi heman adaniyê bispêrin nifşên piştî xwe'
Hevşaredar Hatun diyar kir ku çandinî bi hezaran salan şaristaniyan ava dike û got: "Heta cihê avakirina bajarê ku em niha lê dijîn jî, avên bereket ên Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hewselê, axên bereket ên Mezopotamyayê, alavek in ji bo ku mirov jiyana bicihbûyî bijî û şaristaniyekê ava bike. Di rastiyê de ew bi xwe mijar bûn, ne alav bûn. Ji ber ku mirov li jiyanekê digeriya. Pêdiviyên nifşekî pêk dianîn. Li cihê herî bereket ê erdnîgariya me bi cih bûn. Ji ber vê ye ku 12 hezar sal in ji vir gelek şaristanî, hemû jiyanên çandî jiyana xwe domandin. Heya îro, ev bajar emanetî me kirin. Ji bo ku em jî emaneta vî bajarî bi heman şêweyê, bi heman bedewiyê, bi heman bereketê bispêrin nifşên piştî me, divê em van axên bereket û ava xwe biparêzin."
'Cotkar gihîştin xaleke ku ji hilberînê dikevin'
Hevşaredar Hatun anî ziman ku cotkar hinekî bêhtir gihîştine xaleke ku ji hilberînê dikevin û axaftina xwe wiha domand: "Mixabin di 200 salên dawî de ji ber pêşketina pîşesazî û endustriyê, cotkarên me yên ku bi çandiniya piçûk re mijûl dibin, hinekî zêdetir gihîştine xaleke ku ji hilberînê dikevin, lê divê em perspektîfê baş bixwînin û baş binirxînin. Niha 13 navçeyên me yên gundî hene. Xeynî Bismilê nêzîkî hemû cotkarên piçûk gihîştine xalekê ku mafê jiyanê nemaye. Di heman demê de ev sîstemek e ku aboriya takekesî ya kesê ava dike. Sîstemek e ku dikare li ser lingên xwe bisekine. Me di nav salekê de, ji Çêrmûgê dest pê kir, 14 golên avvexwarinê yên ajalan nû çêkirin. Helbet hemû sazî dikarin bi hev re tevbigerin û li çareseriyên van pirsgirêkan bigerin û bibin çareserî."
'Em wek Şaredariya Bajarê Mezin amade ne ku bi hev re bixebitin'
Hatun diyar kir ku ew wek Şaredariya Bajarê Mezin amade ne ku bi hev re bixebitin û wiha axivî: "Em amade ne ku li bajarê xwe, ji bo bajarê xwe bi hev re bixebitin. Û em teşwîq jî dikin. Em pêşeng bin, hûn pêşeng bin. Çawa hêsan e, em bi vî awayî bi hev re tevbigerin. Bêguman pêdiviya bajarê me bi turîzmê jî heye. Serkêşî ne tenê xebatên pisporî ne. Hatina bi sedan marqeyan li vir, di heman demê de ji bo turîzma bajarê me jî beşdariyeke girîng e û bajarê me didin naskirin. Diyarbekir bi hezaran sal in bajarek e ku ji hêla bazirganiyê ve rê nîşan dide."
'Divê pêvajo baş bê xwendin'
Hatun der barê çareseriya pirsgirêka kurdî de axivî û diyar kir ku divê pêvajo baÅŸ bê xwendin: "Divê em pêvajoyê rast bixwînin û baÅŸ binirxînin. Di nav vê pêvajoyê de, eger pêwîst be, em dest û laşên xwe deynin bin kevir û mecbûr in ku vê pêvajoyê ber bi aÅŸtiya mutleq ve biguherînin"Â
Piştî axaftinan, Hevşaredar Hatun û beşdarên pê re qeytana pêşangehê birîn û vekirina wê pêk anîn.
Hevşaredar Hatun paşê standên ku li pêşangehê hatine vekirin geriya.
Â