Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku zarok hem kêfê bikin hem jî di çalakiyên bedenî û zihnî de cih bigirin, çalakiyên “Şahiya Biharê ya Zarokan” a 4 rojan, bi beşdariya nêzî 7 hezar zarokî pêk hat.
Bi hevkariya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Werzîşê, Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî, Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Navsalçûçiyan û Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel û bi piştgiriya şaredariyên navçeyan, çalakiyên “Şahiya Biharê ya Zarokan” ên ku di navbera 19-22’ê Nîsanê de li seranserê bajêr 4 rojan hatin lidarxistin, bi dawî bûn. Nêzî 7 hezar zarok beşdarî çalakiyên bi coş hatin lidarxistin bûn û bi dilê xwe kêf kirin.
Zarokan hem kêf kirin hem jî fêr bûn
Roja çaremîn a şahiyan jî dîsa bi eleqeyeke mezin a zarokan li taxa Ferîdkoşkê ya navçeya Yenîşehirê û Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê pêk hat. Di çalakiya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de zarok beşdarî pêşandana anîmasyonê, tenîsa kortê, tenîsa masê, futbolê masê, dartê, kodkirina robotîk, atolyeya rîtm, resim, hunera ebru, drama û felsefeyê bûn.
Zarokên ku li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê bi çalakiyên bedenî û zihnî beşdarî pêşveçûna xwe bûn, li qada futbolê ya taxa Ferîdkoşkê jî ji bilî futbol, basketbol, rêya dîwarê hilkişînê, rêya xaniyê qubedar, rengizandina rû û çalakiyên muzîkê, bi govend gerandinê jî derfet dîtin ku bi dilê xwe kêfê bikin.
Zarokên beşdarî çalakiyan bûn, diyar kirin ku ew bi dilê xwe kêf kirine û pir kêfxweş bûne.
‘Em ê van kêliyan qet ji bîr nekin’
Ji zarokan Hicran Çiçek, ji bo şahiyê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir. Çiçek got, "Ez li vir pir pir kêfxweş bûm. Min lîstikên wek basketbol û futbolê lîstin."
Asmîn Kaya jî diyar kir ku ew di şahiya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye amadekirin de pir kêfxweş bûne û got, "Me li vir rûyên xwe rengand, me lîstikên wek basketbol û futbolê lîstin. Em bi hevalên xwe re pir kêfxweş bûn. Em ê van kêliyan qet ji bîr nekin."
Ecrîn Ertan a ku diyar kir ku ew ji çalakiyan pir hez kirine wiha axivî: "Îro hemû zarokan baz dan, kêf kirin, rûyên xwe rengorengo kirin. Me li vir hemûyan hilkişîn kir. Me futbol lîst, hemû zarokan pir jê hez kir, pir kêf kirin. Ez pir spas dikim."
Zarokê bi navê Suleyman Kiliç jî hestên xwe bi van gotinan anî ziman: "Ev der pir xweş e. Hemû zarok li vir kêfê dikin. Baz didin, tîran davêjin, basketbolê dilîzin. Ez pir spas dikim ji her kesî re."
‘Em pir memnûn in ku çalakî hatin lidarxistin’
Welatiya bi navê Gulcan Koç a ku bi zarokên xwe re beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku zarok bi saya vê şahiyê tevlî jiyanê dibin û civakî dibin. Koç got, "Zarokên niha piraniya jiyana xwe li ser înternetê derbas dikin, nizanin jiyan çi ye. Bi saya vê yekê wateya jiyanê dibînin. Pir xweş bû, pir baş bû. Niha pir kêfxweş in. Yanî înternet ji bîr kirin. Ez spasiya hemûyan dikim."
‘Me xwe gihande nêzî 7 hezar zarokî’
Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Serap Yildirim a ku der barê çalakiyên hatine kirin de axivî, diyar kir ku çalakî bi coşeke mezin bi dawî bûne.
Yildirim destnîşan kir ku şahî ji aliyê zarokan ve bi coşeke mezin hatiye pêşwazîkirin û wiha dewam kir: “Me şahiyên xwe li 5 cihên cuda li dar xistin. Me li Yenîşehir, Kayapinar, Sûr, Baglar û Kampusa Jiyana Hevpar a Sumerparkê xwe gihande nêzî 7 hezar zarokî. Zarokan tevahiya rojê di çalakiyên curbecur ên werzîşê, xebatên hunerî, qadên lîstikê û atolyeyan de kêf kirin.”
‘Em ê vê yekê bi festîvalên mezin tacîdar bikin’
Yildirim diyar kir ku zarokan di qadên ewle de wextekî bi kalîte derbas kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şahiyên ku Şaredariya meya Bajarê Mezin di çarçoveya ‘Bajarên Dostên Zarokan û Şaredariyên Dostên Zarokan’ de pêk tîne, ji aliyê zarokan ve bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Ev jî nîşan dide ku em di riya rast de ne û me xwe gihandiye zarokan. Me di qadên ewle de xwe gihandiye zarokan û me wextekî bi kalîte derbas kir. Zarok ji malên xwe derketin; hatin parkan, bi malbatên xwe re wextekî xweş derbas kirin. Ev jî nîşan dide ku em di riya rast de ne. Em difikirin ku armanca me pêk hatiye. Di pêvajoyên pêş de, di salên pêş de em ê mînakên bi vî rengî pêk bînin. Em ê vê yekê bi festîvalên mezin tacîdar bikin.”