Midûra Şaxa Parastina Hewze û Tenduristîya Avê ya Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredarîya Mezin a Amedêê Gulcan Yalçin Tantekin, diyar kir ku Plana Parastina Hewzeyê ya ku ji bo parastina Gola Benda Dîcleyê ya ku beşeke mezin a pêdivîya avê ya vexwarinê ya bajar pêk tîne hatiye amadekirin, ji bo hemû saziyan rêziknameyek e ku bandoreke yasayî ya girêdayî heye.
Gola Benda Dîcleyê ya ku piranîya pêdivîya avê ya vexwarinê ya Amedêê pêk tîne, bi "Plana Parastina Hewzeyê" ya ku di 14'ê Tebaxa 2024'an de ketiye meriyetê, hatiye parastin. Plan qadeke ku bi giştî 634 kîlometreçargoşe ye dihewîne. Ev qad navçeyên Êgil û Pîranê bi tevahî 53 gund û 65 gundikan digire nav xwe. Di pêvajoya amadekirina planê de Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎ, Şaredarîya Mezin a Amedê û dezgehên têkildar kar kirin.
Gola Bendava Dîcleyê ya ku ji sala 2001'ê ve nêzî ji sedî 93'yê avê ya vexwarinê ya navenda bajêr dabîn dike, bi demê re rastî avahîsazîya bêkontrol, çalakîyên çandinî û heywanî û gefa li jîngehê hat. Ji bo parastina çavkanîya avê li dijî van gefan, plana parastinê ya ku li gorî rêziknameya Wezareta Çandinî û Daristanê ya sala 2017'an hatiye amadekirin, bi erêkirina wezaretê di sala 2024'an de ket meriyetê.
Di salên dawîn de, bi sedema gef û giranîya nifûsê ya li ser jîngehê, parastina çavkanîyên avê ya vexwarinê, bû mijareke stratejîk a girîng. Di vê çarçoveyê de, Plana Parastina Hewzeyê ku hatiye rojevê, ji bo bajêr xwedî girîngîyeke heyatî ye.
Midûra Şaxa Parastina Hewze û Tenduristîya Avê ya Serokatîya Daîreya Tesîsên Avê ya Midûrîyeta Giştî ya Rêveberîya Av û Pîsavê ya Amedê (DÎSKÎ) Gulcan Yalçin Tantekin, li ser Plana Parastina Hewza Gola Benda Dîcleyê ya ku ji bo parastina Gola Benda Dîcleyê ya ku ji sedî 93 a pêdivîya avê ya vexwarinê ya navenda bajêrê Amedê pêk tîne hatiye amadekirin û di meha Tebaxê ya sala 2024'an de hatiye sepandin, axivî.
Girîngîya Planê
Tantekin diyar kir ku armanca bingehîn a planê ew e ku kalîte û miqdarê avê ya ku ji Bendava Dîcleyê ya ku ji sedî 93 a pêdivîya avê ya vexwarinê ya navenda bajêrê Amedê pêk tîne tê bidestxistin, ewle bike û got: "Plan; herwiha qadên çavkanîyê yên ku avê didin Gola Benda Dîcleyê di nav sînorên navçeyên Êgil û Pîranê de, 53 gund û 65 gundikan dihewîne. Plan, ku bi giştî qadeke 634 kîlometreçargoşe li xwe vedigire, hemû binê hewzan ên ku bandorekê rasterast an jî nerasterast li ser gola bendavê dikin, digire nav xwe. Plan herwiha çar zonên parastinê diyar kiriye û ji bo her yekê, rêzikên taybet û stratejîyên çavdêrîyê pêş xistine."
'Sepandina planê herwiha mecbûrîyeteke yasayî ye'
Tantekin amaje pê da ku "Plana Parastina Hewza Gola Benda Dîcleyê" li gorî "Rêziknameya Derbarê Parastina Hewzeyên Avê yên Vexwarinê û Bikaranînê" ya sala 2017'an a ku hê jî di meriyetê de ye hatiye amadekirin û got: "Ji ber vê yekê, plan ne tenê belgeyek şîretan e; ji bo sazîyên dewletê, rêveberîyên herêmî û sazîyên kerteya taybet ên têkildar, rêziknameyek yasayî ya girêdayî ye. Plan; di gelek qadên mîna sepandina îmarê, dayîna destûra avahîyan, destûrên çalakîyên çandinî û projeyên bingehîn de, divê wekî belgeyeke çavkanîyê ya pêşîn were berçavkirin. Di pêvajoyên dadwerîyê de jî îşaret bi vê planê tê kirin; nemaze di dozên li ser jîngeh û avahîsaziyan de, maddeyên planê rêberîya biryarên dadgehê dikin. Loma sepandina planê ne tenê berpirsîyarîyeke heyatî ye, di heman demê de mecbûrîyetek yasayî ye jî."
'Pêvajoya amadekirinê di sala 2021'an de dest pê kir'
Tantekîn got ku pêvajoya amadekirina plana parastinê di sala 2021'an de dest pê kir û nêzî 550 rojan dewam kir, û got ku pêvajo bi kontrola Midûriyeta Giştî ya Rêveberîya Avê ya Wezareta Çandinî û Daristanê û bi xebatên Midûrîyeta Giştî ya DÎSKÎyê dest pê kir.
'Prensîbên bingehîn hatin pejirandin'
Tantekîn teqez kir ku di hemû pêvajoya plansazîyê de şefafî û beşdarîya herêmî wekî prensîbên bingehîn hatin pejirandin û got: "Ji sala 2021'an ve, bi taybet muxtarên gundan, nûnerên gund û taxan, û parastvanên herêmî ve, gelek kombûnên agahdarî û nirxandinê hatin lidarxistin. Di vê pêvajoyê de fikir û pêşnîyarên ku hatin wergirtin, hatin qeydkirin û li naveroka planê hatin zêdekirin. Piştî ku reşnivîsa planê hate amadekirin, pêvajoyeke daliqandinê ya 30 rojan hate meşandin; di vê pêvajoyê de dîsa fikrên gel û dezgehan hatin wergirtin û şeklê dawîn hate dayîn."
Gefên ku di analîzan de derketine pêş
Tantekîn dîyar kir ku di analîzên ku hatine kirin de, bikaranîna dermanên çandinîyê û zibla kîmyewî, çalakîyên heywandarîya bêkontrol, avahîsazîya nerêkûpêk û bêdestûr, verêjên ava pîsavê ya malê û kombûnên bermayîyên hişk wek gefên sereke derketine pêş û wiha axivî: "Bandora van gefan li ser gola bendavê bi rêya nexşeyên barê gemar hatiye modelkirin û senaryoyên rîskê yên cuda hatine afirandin. Li gorî van daneyên zanistî, qaîdeyên pêşîlêgirtinê û krîterên sepandinê yên taybet bo planê hatine pêşxistin. Ji bo her zoneke parastinê stratejîyên çavdêrî û midaxeleyê yên taybet hatine dîyarkirin û dest bi sepandinê bûye."
'Plana parastinê bi gel re hate parvekirin'
Tantekîn bîr xist ku plana parastinê ya ku pêvajoya amadekirinê qedîyaye, di 14'ê Tebaxa 2024'an de ji alîyê Wezareta Çandinî û Daristanê ve hatîye erêkirin û ketiye meriyetê û wiha got: "Plan, bi nivîsên fermî ji bo hemû saziyên dewletê bi sernavgirtina walîtî û şaredarîyan hatiye şandin. Agahdarî ji bo raya giştî bi rêya çapemenîya herêmî, medyaya civakî û civînên agahdarîyê hatine kirin. Di 17'ê Adara 2025'an de, bi daxuyaniyeke çapemenîyê ku li navçeya Êgil hat lidarxistin û bi beşdarîya Hevşaredarên Şaredarîya Mezin a Amedê, plan bi gel re hat parvekirin."
'Gavên sepandinê ketin dewrê'
Tantekîn destnîşan kir ku bi ketina meriyeta plana parastinê re, gavên sepandinê bi lez ketin dewrê û got: "Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, bi taybet zona parastina reha (qadên ku di navbera 0-300 metreyan de ne) dest bi çavdêrîya avahîsazî û çalakîyên li seranserê hewzeyê kiriye. Di çavdêrîyên ku hatine kirin de, dema ku avahîyên bêdestûr hatin diyarkirin, danasîn hatin amadekirin û ev rewş bi nivîsa fermî ji bo şaredarîyan hatin şandin da ku kar û kiryarên pêwîst bên kirin. Herwiha, ji çavkanîyên avê yên li ser rûyê erdê (çem, co, depoya golê) û bîrên avê yên di bin erdê de ku di hewzeyê de ne, bi rêkûpêk mînakên avê tên wergirtin; analîzên laboratorê li ser van mînakan têne kirin û kalîteya avê tê şopandin. Ev analîz hem ji bo tespîtkirina çavkanîyên gemare, hem jî ji bo nirxandina karîgerîya planê xwedî girîngîyeke mezin e."
Pergaleke jiyanê ya domdar
Tantekîn tekez kir ku "Plana Parastina Hewza Gola Benda Dîcleyê" ne planeke ku bi rasterast jiyana hemwelatiyan sînordar dike, plana ku tê hedefkirin pergaleke jiyanê ya lihevkirî bi çavkanîyên xwezayî û domdar ava dike û wiha axivî: "Di çarçoveya planê de çar zonên (qadên) parastinê hatine dîyarkirin û ji bo van zonan (qadan) qaîdeyên cuda hatine destnîşankirin. Bi taybet di zona (qadê) parastina reha ya navbera 0-300 metreyan de destûra ti avahîsazî û meşandina çalakîyan nayê dayîn. Ji bilî vê, li qadên parastina kurt, navîn û dûr jî çalakîyên wekî çandinî, heywandarî, bingehîn û avahîsazîyê, di çarçoveya hin krîterên dîyar de û bi wergirtina destûrê dikarin bên kirin. Ev nêzîkatî hem çavkanîyên debara gel diparêze, hem jî kalîteya Benda Dîcleyê wek çavkanîyeke avê ya vexwarinê ewle dike. Bi vî awayî jîngeh tê parastin."
'Wê kiryarên yasayî bên sepandin'
Tantekin qeyd kir ku dema çalakîyên ku li dijî plana parastinê bên tespîtkirin, pêşî danasîna îdarî tê amadekirin, ev danasîn bi rêyên fermî ji bo rêveberîyên herêmî yên têkildar an jî îdareyên jîngehî yên rayedar (wek Midûrîyeta Bajêrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê) tên şandin û wiha got: "Di nav van binpêkirîyên têkildar de, bi taybet avahîsazîya bêdestûr, çalakîyên çandinî yên bêruxsat, rêjkirina bermayîyan û gemarê ji heywandarîyê li pêş in. Di van rewşan de, li gorî tespîtên ku ji alîyê DÎSKÎ ve hatine belgelandin, sazîyên têkildar cezayên sizayî û kiryarên rûxandinê dixin meriyetê."
Â