Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku zarok cihên dîrokî yên bajêr bigerin û pê agahdar bibin, bernameyeke geryanê ya 2 mehan dest pê dike.
Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo ku zarokên di navbera 9-14 salî de yên ku rewşa wan a aborî ne baş e, nirxên dîrokî û çandî nas bikin, bernameyeke geryanê ya berfireh a ku dê 2 mehan bidome dest pê dike. Bi bernameyê ku mehên Nîsan û Gulanê dihewîne, zarokên ku dê ji navend û navçeyan beşdarî geryanan bibin, dê derfeta dîtina qadên çandî yên girîng ên Amedê û herêmê li cih bibînin.
Dê bi kêfxweşî dîrokê fêr bibin
Di çarçoveya projeyê de ku bi koordînasyona Midûriyeta Şaxa Zarokan tê meşandin, zarok dê bibin şahidên dîroka bajêr ku tê de dijîn; di geryanan de dê bi rehberiya pisporan werin agahdarkirin. Bi pîknîk û çalakiyên curbecur ku piştî geryanê tên lidarxistin, zarok hem dê kêfê bikin hem jî dê şansê xurtkirina tiştên ku hîn bûne bi dest bixin. Bi projeyê, tê hedefkirin ku li zarokan hişmendiya dîrokê û hestiyariya xwedîderketina li mîrateya çandî bê bidestxistin.
Rêyên geryanê û dîrok hatin diyarkirin
Di çarçoveya bernameyê de dê qadên dîrokî yên girîng wekî Nava Sûran ya Amedê, Êgil, Qotê Berçem, Keleha Zerzevanê, Şikeftên Hesûnî, Pira Malabadê, Baxçeyên Hewselê bibin cihên seredankirinê. Her wiha Kevnebajarê Dara yê Mêrdînê, Girê Miradan ê Rihayê û geryana li bajarê Mêrdînê jî di bernameyê de cih girtin.
Salnameya geryanê ya ku hatiye diyarkirin wiha ye:
26 Nîsan: Navsûra Amedê
27 Nîsan: Navçeya Gêlê
3 Gulan: Qotê Berçem ê Erxeniyê
4 Gulan: Keleha Zerzevanê
10 Gulan: Şikeftên Hesûnî û Pira Malabadê
11 Gulan: Kevnebajarê Dara yê Mêrdînê
17 Gulan: Baxçeyên Hewselê
18 Gulan: Navsûra Amedê
24 Gulan: Keleha Zerzevanê
25 Gulan: Girê Mirazana Rihayê
31 Gulan: Geryana Bajarê Mêrdînê
Â