Civîna Lijneya Koordînasyona ÎSGyê hat lidarxistin

Lijneya Koordînasyona Tenduristî û Ewlehiya Karî (ÎSG) ya Şaredariya Mezin a Amedê, qala mijarên pêşîgirtina qezayên kar û nexweşiyên pîşeyî kir.

Midûriyeta Şaxa Tenduristî û Tenahiya Ewlehiyê ya Serokatiya Daîreya Karûbarên Tenduristiyê, civîna yekem a Lijneya Koordînasyona Tenduristî û Ewlehiya Karî (ÎGS) ya sala 2025an li salona Meclisê ya Şaredariya Mezin pêk anî.

Li civîna ku bi serokatiya Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin Emrullah Gorduk hate lidarxistin, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan, endamên Lijneya Koordînasyona ÎGSê, serokên daîreyan, midûrên şaxan, nûnerên kargehan, bijîşkê kargeh û pisporên tenahiya karî beşdar bûn.

6 xalên rojeva civînê hatin gotûbêjkirin

Di pêşkêşkirina ku ji aliyê bijîşkê kargeh û pisporên tenahiya karî ve hat kirin de; derbarê pêdiviya tayînkirina pisporên tenahiya karî û bijîşkên kargehê di saziyên giştî de ji destpêka sala 2025an û şûn de de agahî hat dayîn. Her wiha 6 xalên rojeva civînê yên ku armanc pêşxistina rewşên fizîkî yên avahî û pêvekên wan, pêşîgirtina qezayên kar û nexweşiyên pîşeyî ne, hatin gotûbêjkirin.

'Divê hemû beş erkên xwe bînin cih'

Piştî biryarên ku derbarê xalên rojevê de hatin girtin, Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mezin a Amedê Emrullah Gorduk got ku divê hemû beş û karmend erkên xwe di mijarên başkirina hawirdora kar û ewlekirina wan di avahî û pêvekên Şaredariya Mezin de bînin cih.

 

Image Gallery