Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Festîvala Şanoyê ya 10an a Amedê, ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a Amedê dest pê kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, ku beşdarî resepsiyona festîvalê bû, got ku li bajêr bi hezaran sal e pirzimanî heye û got: "Hunera pirzimanî û pirçandî her tim dê li bajarê Amedê hebe."

Festîvala Şanoyê ya 10an a Amedê, ku îsal bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê lidarxistin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê bi resepsiyonekê dest pê kir. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun, Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermendên beşên çand û hunerê û gelek hezkiriyên şanoyê beşdarî resepsiyonê bûn.

Di axaftina vekirinê de, ku ji aliyê lîstikvanên şanoyê Omer Şahîn û Perînaz Delazy ve bi Kurdî û Tirkî hate kirin, hat destnîşankirin ku şano bi tena serê xwe nikare bimeşe û ew hem afirandineke kolektîf e hem jî berxwedaneke kolektîf e.

Hevşaredar Hatun: Me soz dabû gelê xwe

Piştî axaftinên vekirinê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatun axivî. Hatun bîr anî ku berî hilbijartinan wan soz dabû gel ku ew ê bajêr bi çand û hunerê ji nû ve ava bikin û got: "Hevalên me berî 5 salan, dîsa di bin banê şaredariyê de ev festîval dest pê kiribû. Dema qeyûm hatin, valahiyek çêbû, lê hevalên me dîsa ber xwe dan û gelê me, bajarê me bê şano nehiştin. Ji ber vê berxwedana wan, em spasiya wan dikin û li pêşberî wan serê xwe ditewînin."

'Em spasiya her kesê ku ronahî nîşanî me daye dikin'

Hevşaredar Hatun, ku destnîşan kir ku yek ji rêyên ku mirov ji tariyê derbasî ronahiyê dike jî huner e, axaftina xwe wiha domand: "Em hemû dizanin ku huner ronahî ye. Her dema ku tarî li ser hunera Kurdî çêbû, hevalekî me rabû, çira girt destê xwe û ronahî nîşanî me da. Em spasiya kesên ku ev ronahî nîşanî me dane û gihandine îro dikin. Li bajarê me bi hezaran sal e pirzimanî heye. Hunera pirzimanî û pirçandî her tim dê li bajarê Amedê hebe. Ji ber vê yekê, wan ev xebat bi Kurdî, Tirkî û Ermenî li dar xistin. Ev jî cejneke rengên pir xweş e û nîşaneya wê ye ku hemû gel dikarin bi hev re bijîn."

'Çiraya me heta dawiyê dê geş bibe'

Hevşaredar Hatun, ku got jiyan jî wekî hunerê dikare bi hev re bidome, weha axivî: "Em hêvî dikin ku ev pêvajoya ku niha dimeşe, bi taybetî ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bibe aştiyeke birûmet û mayînde. Kî, di kîjan warî de çi dikare bike; hunermend bi hunera xwe, teknîker bi teknîka xwe, siyasetmedar bi siyaseta xwe, bila helwesta xwe ya ji bo aştiyê aşkere bike. Em pir nêzîkî encamê bûne. Şer bi dawî dibe, tarî bi dawî dibe! Çawa ku çiraya me biriqî, çiraya me wisa heta dawiyê geş bibe."

Piştî axaftina Hevşaredar Hatun, sînevîzyonek derbarê şanovanê Kurd Bavê Teyyar de hat nîşandan, ku di meha Çileyê ya borî de di êrîşekê de jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî nîşandanê, li ser dîkeke şanoyê ya li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê, navê Mehmet Emîn Yalçinkaya yê lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê ku di sala 2018an de jiyana xwe ji dest dabû, hat dayîn. Piştî vê, performansa dansê ya bi navê "PALMA" ku zimanê gerdûnî yê dansê bi çîroka dîtbarî re dihewîne, ji bo Hevşaredaran û mêvanên ku beşdarî resepsiyonê bûn hat pêşkêşkirin.

Ji lîstikvanan re plakêt hatin pêşkêşkirin

Piştî pêşkêşkirina lîstikê, Hevşaredar Hatun plakêt pêşkêşî lîstikvanan kir û bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî festîvalê bibin.

Festîval dê 9 rojan bidome

Di festîvala şanoyê ya ku dê di navbera 25ê Nîsanê û 4ê Gulanê de 9 rojan bidome de, li gel pêşkêşkirina lîstikên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî, dê xebatên atolyeyê jî hebin.

 

Image Gallery