Werzîşkara Şaredariyê dê di pêşbirka li Samsunê de bajêr temsîl bike

Werzîşkara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ruya Guneş, dê di navbera tarîxên 29 Nîsan û 2ê Gulanê de di Pêşbirka Teakwondoyê ya Tirkiyê ya Hêvîdaran de ku li Samsunê tê lidarxistin, Amedê temsîl bike.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, berdewam dike ku werzîşkarên ciwan perwerde bike û di qada sporê de serketinan bi dest bixe. Werzîşkara Şaredariya Mezin a Amedê Ruya Guneş, dê di navbera 29 Nîsan û 2ê Gulanê de, di Pêşbirka Teakwondoyê ya Tirkiyê ya Hêvîdaran de ya ku li Samsunê tê lidarxistin, di 53 kîlogramê ya jinan de ji bo temsîlkirina Amedê beşdarî pêşbirkan bibe.

Ruya Guneş, ku ji bo pêşbirkan li Samsunê di salona teakwondoyê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê de antrenmanên xwe didomîne, got ku armanca wê ew e ku di pêşbirkên li Samsunê de bibe şampiyon û Amedê bi awayekî herî baş temsîl bike.

'Armanca min yekemtî ye'

Guneş, diyar kir ku armanca wê vegera bi serkeftinê ye, wiha axivî: "Ez 9 sal e vê sporê dikim. Em ê roja Duşemê derkevin rê. Eger ez bibim yekemîn, ez ê biçim Bulgaristanê bo Pêşbirka Ewropayê. Armanca min ew e ku li wir jî bibim yekemîn. Me li vir her ku daxwaza alîkariyê kir, şaredariya me bi awayekî maddî û manewî her cure piştgirî pêşkêşî me kir. Wan ji bo me hawirdorek gelek xweş pêşkêş kir. Ez jî wek werzîşkara Şaredariya Mezin a Amedê diçim. Ez xwe jî di kuluba sporê ya Şaredariya Mezin de me. Inşallah ez ê bi serkeftinê vegerin."

 

Image Gallery