Ji aliyê Midûriya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ve, bi hevkarî, duyemîn ji "Semînerên Perwerdeya Balyozên Avê" li Dibistana Seretayî ya Fatîh a li Baglarê hat lidarxistin.
Di çarçoveya projeya "Semînerên Perwerdeya Balyozên Avê" ya ku ji aliyê Midûriya Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) û Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ve tê meşandin, perwerdeya duyemîn li Dibistana Seretayî ya Fatîh a navçeya Baglarê pêk hat.
Girîngiya avê ji zarokan re hat vegotin
Bernameya perwerdeyê ji aliyê Aynur Pakdemîr Ayaz a ji Midûriya Şaxa Têkiliyên Gel û Ragihandinê ya DÎSKÎ ve hat pêşkêşkirin. Bi awayekî înteraktîf û kêfxweş, girîngiya krîtîk a avê ji bo jiyanê û ka çawa dikare av bi awayekî zanebûntir were bikaranîn, ji zarokan re hat vegotin.
Di beşa yekem a pêşkêşiyê de têgeha "Balyozê Avê" hat nasandin û bal kişandin ser neyîniyên ku dibe di pêşerojê de ji ber xerakirina avê derkevin.
Ji bo teserûfa avê di jiyana rojane de pêşniyarên pratîk
Di perwerdeyê de ji zarokan re rêbazên teserûfê yên hêsan lê bi bandor hatin hînkirin, wek dema firçekirina diranan girtina avê, di demek kurt de serşok girtin û nebat serê sibê an jî êvarê avdan. Di tevahiya semînerê de peyama "Heke av hebe jiyan heye" hat dubarekirin û girîngiya jiyanî ya avê ji bo hemû zindiyan hat destnîşankirin.
Bi 'Sonda Balyozê Avê' soz dan
Di dawiya perwerdeyê de xwendekaran bi hev re "Sonda Balyozê Avê" kir. Zarokan soz dan ku ew ê avê biparêzin, qîmetê bidin her dilopekê û bi vî awayî bûn parçeyek ji projeyê. Piştî semînerê sertîfîkayên "Balyozê Avê" li hemû beşdaran hatin belavkirin.
'Em ê berdewam bikin ku hişyariyê zêde bikin'
Midûrê Şaxa Têkiliyên Gel û Ragihandinê ya DÎSKÎ Mehmet Sagirrdag diyar kir ku ew ê bi van perwerdeyan berdewam bikin ku beşdar bin di parastina çavkaniyên avê û zêdekirina hişyariya civakî de. Sagirdag got, "Bi saya projeyê zarok hem kêfxweş dibin hem jî hişmendiyeke girîng a jîngehê bi dest dixin."
Â