Teorîsyenê şanoyê, nivîskar û perwerdekar Sureyya Karacabey, di 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, dest bi xebata atolyeyê ya bi navê “Ji bo sehneyê nivîsandin” kir.
Di çarçoveya 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de, li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê atolyeya “Ji bo sehneyê nivîsandin” a du rojan dest pê kir, ku piraniya beşdaran ji kursiyerên Şanoya Bajêr pêk dihatin. Teorîsyenê şanoyê, nivîskar û perwerdekar Sureyya Karacabey diyar kir ku armanca atolyeyê ew e ku di nivîsandina şanoyê de avahî çawa tê avakirin, çawa tê birêvebirin û di mijara rêzkirina tiştan de raman were dayîn. Karacabey got, "Madem ku em di du rojan de nikarin lîstikekê binivîsin, ez dixwazim bi kêmanî sînopsîsekê binivîsim."
'Em di gerdûneke ku ji bo her tiştî heman reçeteyê pêşkêş dike de najîn'
Karacabey diyar kir ku nivîsandina tiştekî ji bo sehneyê ji roman an çîrokê zehmettir e û divê vegotin bi sînor be û wiha axivî: “Hûn karekî yek kesî jî bikin, sînorên wê hene. Ew sînor, ew çarçove, ew dîmen, rewşa li hemberî temaşevanan di rastiyê de azadiyekê jî dide.” Karacabey aşkere kir ku ew dixwaze di demeke kurt a du rojan de di vî warî de nêrînekê pêşkêş bike û wiha got:
“Pir caran kar bi rexne kirinê dest pê dike. Aliyekî nivîsê jî wiha ye. Dema ku mirov xwe tê de winda neke, aliyê herî xweş ê nivîsandina ji bo şanoyê, ji bo dîmenê ev e. Mirov materyalê datîne derve û çawa dikare van bi awayekî herî bibandor li kêleka hev rêz bike? Welê, bibandor çi ye an jî çima em bandor dibin? Ev di heman demê de li gorî serdema xwe jî diguhere. Form diguherin. Em di gerdûneke ku ji bo her tiştî heman reçeteyê pêşkêş dike de najîn. Em ne di sedsala 19an de ne. Prensîbên wan diyar in, li cem me hîn sisttir e. Her tişt tê kirin. Şanoya dansê, hunera vîdeoyê gibi gelek amûr tên bikaranîn. Gelo ev di rastiyê de îmkanan dide yan jî çima nivîskarên şanoyê ji cihekî berfirehtir nafikirin? Çima xeyalên xwe tenê bi diyalog û bêdengiyê sînordar dikin? Ez di derbarê vê yekê de hewl didim hişyariyê biafirînim.”
'Em dikarin atolyeya nivîsandina lîstikê bikin'
Karacabey diyar kir ku heta ku ŞBAŞT bi şert û mercên şaredariyê ve girêdayî be, dema ku pêwîstî çêbibe ew dixwaze vê atolyeyê bi awayekî berfirehtir û hûrgilîtir bidomîne. Karacabey got, "Ev tenê veguheztina agahiyek kurt e. Lêbelê, di nav wan de bi ciwanên ku bi rastî dilxwazê nivîsandina ji bo dîmenê ne, ji bo derxistina lîstikê xebatên demdirêjtir jî gengaz e. Mînak, di pêşerojê de em dikarin bi 5 kesan re atolyeya nivîsandina lîstikê bikin."
Xebatên atolyeyê dê di 27ê Nîsanê roja Yekşemê saet 11.00ê li Navenda Kongreyan ya Çand Amedê bidomin.