Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca balkişandina ser girîngiya jiyana li ahenga xwezayê, panelek bi navê "Çanda axê, şehrezayiya xwezayê" li dar xist.
Panel di çarçoveya Pêşangeha Çandinî û Heywandariyê ya Mezopotamyayê de, bi hevkariya Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî û Serokatiya Daîreya Pêşvebirina Gundewarî hate lidarxistin.
Panel li Salona Konferansan a Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Mezopotamyayê, bi moderatoriya Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Akboga Dînar hate lidarxistin û Prof. Dr. Erol Bayhan, Prof. Dr. A. Selçuk Ertekîn û Dr. Zekî Kinay wek axaftvan beşdar bûn.
Têkiliya qedîm a bi xwezayê re hate nirxandin
Di destpêka panelê de Dînar axivî û diyar kir ku ew ê di erdnîgariyeke qedîm a wekî Diyarbekirê de, têkiliya bi xwezayê re û şêweyên hilberînê yên ku ji têkiliya qedîm îro re derbas bûne binirxînin. Dînar got, "Têkiliya erdnîgariyeke qedîm a wekî Amedê bi xwezayê re ne tenê çalakiyeke aborî, çandiniyê, çavkaniya debara jiyanê ye; di heman demê de pîvaneke pir-konseptî ye ku kûrahiya wê ya civakî û çandî heye. Çandinî bûye çavkaniya debara jiyanê, lê di heman demê de bawerî, kevneşopî, çand û civaknasî jî diyar kiriye û bûye parçeyek jiyanê."
Di panelê de Prof. Dr. Erol Bayhan li ser "Di pembû de kêzikên kêrhatî"; Prof. Dr. A. Selçuk Ertekîn li ser "Nebatên xwarinê yên xwezayî yên Diyarbekirê"; Dr. Zekî Kinay jî li ser mijara "Ji paşerojê heta pêşerojê Baxçeyên Hewselê" pêşkêşî kirin. Panel piştî beşa pirs-bersivê bi dawî bû.
Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerîn Turk, serokên daîreyan û welatiyên ku serdana pêşangehê kirin beşdarî panelê bûn.
Â