Di Festîvala Şanoya Amedê ya 10'emîn de, ku ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, lîstika vekirinê "Romeo û Juliet (Niha Çawa ye?)" bala temaşevanan kişand û Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak, kulîlk pêşkêşî lîstikvanan kir.
Festîvala Şanoya Amedê ya 10'emîn, ku ji aliyê Şanoya Bajarî ya Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) tê organîzekirin û îsal bi dirûşma "Çiraya Me Geş Dibe" tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi premiyera lîstika "Romeo û Juliet (Niha Çawa ye?)" dewam kir.
Lîstika ku ji aliyê DBŞT'ê hatiye amadekirin û ji aliyê Ruknettin Gun ve hatiye derhênan, bi beşdariya Omer Şahin, Elvan Koçer, Ozcan Ateş, Nurşen Adiguzel, Perinaz Delazy û Sena Ozbey li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê hat pêşkêşkirin. Lîstik ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin.
Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariyê Ozgur Yildiz, Seroka Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş û gelek hezkiriyên şanoyê beşdarî lîstikê bûn.
Di vê lîstikê de, ku wek "Eger lehengên berhema navdar a William Shakespeare, Romeo û Juliet bigihiştana hev, jiyana wan a îro dê çawa bûya?" tê şîrovekirin, hesabpirsîna nivîskar Shakespeare bi lehengên wî re bi awayekî şanazî hatiye vegêran.
Lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş, piştî lîstikê hemû kesên ku di lîstikê de xebat kirine vexwendin ser dika şanoyê û spasî wan kir.
Hevşaredar Bucak: Tijîbûna salonê pir giranbuha ye
Piştî pêşkêşkirina lîstikê, Hevşaredar Bucak derket ser dika şanoyê û kulîlk pêşkêşî lîstikvan û ekîba lîstikê kir û wiha axivî: "Mêvanên hêja, evîndarên şanoyê yên delal, em spasiya hemû hevalên xwe, DBŞT û Şanoya Bajarî ya Şaredariya Mezin dikin ku premiyera vê lîstikê pêk anîn. Duh festîvala me dest pê kir û tijîbûna van salonan ji aliyê hemû evîndarên şanoyê ve ji bo me pir bi qîmet e. Ez spasiya hemû kesan dikim ji bo xebat û alîkariyên wan."
Dê heta 4'ê Gulanê bidomîne
Di festîvalê de, ku dê heta 4'ê Gulanê bidomîne, dê hem lîstikên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî bên pêşkêşkirin û hem jî atolyeyên kar hebin.
Â