Li baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş yê Şaredariya Mezin a Amedê ku dê alîkariya xebata jinan bike û 23 cure nebatên cûda bên çandin, kar dest pê kirin.
Li baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş ku bi projeyeke hevbeş a Serokatiyên Daîreyên Park û Baxçe, Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî, Xizmetguzariyên Gundî û Xizmetguzariyên Jin û Malbatê hatiye plankirin û dê tê de perwerde û hilberîn jî bê kirin, karûbarî dest pê kir.
Karên binesaziyê berdewam in
Li baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş ku dê li ser qadeke 24 hezar û 600 metreçargoşe bê avakirin, kar bi xebatên bingehîn (rastkirin û pêşxistina axê) berdewam in.
Piştî karên binesaziyê ên li qada 24 hezar û 600 metreçargoşe, dê karên serhêlî bên kirin. Di karên serhêlî de, dê qadên wek "Hişkirina giyayan, depo, pêvajo, dersxane, baxçeyê bilindkirî, yekîneyên firotinê, tavgehên çandiniyê, qada xebata li ser giyayan, kevirên perwerde û çandina cureyên taybet ên giyayan, qadên çandina giyayan, bostên, kompost û qadên axê" bên avakirin.
23 cureyên cuda yên giyayan dê bên hilberandin
Ev proje ku berê li ser rêya Farqînê li erdê Şaredariya Mezin dihate plankirin, cih hat guhertin û dê li qada kesk a cihê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bê avakirin.
Di vê baxçeya taybet de, bi tevahî 23 cureyên giyayan ku di nava wan de giyayên taybetî herêmê, bi gelemperî cureyên pûng û kêjê, beybûn, reyhana mor, gulikên hatimiyan, çaya adayê, zehferan, gezgezk, melîsa, calendûla, kantarona zer, ekinezya, bîberiye, defne, gezo, şîlan û şînkayî (tûzik, bexdenûs, roka, pîzê û hwd.) hene, dê bên hilberandin.
Hemû karên berhevkirin, hişkkirin, derxistina rûnê ferar û pakêtkirina giyayên di baxçê de hatine hilberandin dê li qada nû pêk werin.
Proje dê xebata jinan zêde bike
Projeya baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş ku tê avakirin dê li bajar alîkariya xebata jinan bike.
Jin dê di qonaxên çandina giyayan, hilberandin, berhevkirin, hişkkirin û veguherandina berheman bo cureyên cuda (wek berhemên kozmetîkî yên xwezayî) de cih bigirin. Bi vî awayî jin dê di warê aborî de jî qezenc bikin.
Ji jinên ku dê di projeya baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş de cih bigirin, dê ji aliyê Şaredariya Mezin ve agahiyên pratîkî derbarê çandina giyayan, berhevkirin, hişkkirin û veguherandina berheman bo hilberînên bi nirxê zêde ve bên dayîn.
Her kes dikare ji perwerdehiyan sûd wergire
Şaredariya Mezin dê di qada peyzaja nû de ku li ser bingeha têkiliya ax û mirov a ji dîrokê heya roja me hatiye avakirin, ji bo hemû beşên civakê wek zarok, kesên astengdar, pîr û jin derbarê giyayên derman û bîhnxweş de perwerdehiyên giştî bide.
Şaredariya Mezin a Amedê dê di serreyên çandiniyê yên ku li qadê ava bike de bi kirrîna tov û çîvikên giyayan, zêdekirina giyayan jî pêk bîne.
Baxçeyê bilindkirî ji bo kesên astengdar
Şaredariya Mezin ku dixwaze hemû beşên bajar ji baxçeyê giyayên derman û bîhnxweş sûd wergirin, dê li qadê ji bo kesên astengdar û kalan nimûneyên baxçeyên bilindkirî bi cih bike.
Bi saya baxçeyê bilindkirî, kesên astengdar ên ortopedîk (kesên ku kursiya bi tekerlekî bi kar tînin) û hemwelatiyên temenê wan zêde bûye, dê bikaribin cureyên cûda yên giyayên li qadê ji nêzîk ve lêkolîn bikin, dest lê bidin û şansê berhevkirina wan bi dest bixin.
Â