Îstanbulimproyê "Deriyê Navdariyê" pêşan da

Lîstikvanên Îstanbulimproyê yên ku di 10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê de şanoya xweberî kirin, bi lîstika înteraktîf a ku bi temaşevanan re pêşkêş kirin, kêfxweşiyeke mezin dan temaşevanan.

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (ŞBAŞT) ve tê organîzekirin, bi eleqeyeke mezin a temaşevanan didome. Festîval mazûvaniya lîstika înteraktîf a bi navê "Deriyê Navdariyê" a lîstikvanên şanoya xweber ên Îstanbulimproyê Zeynep Ozyurt Tarhan û Koray Tarhan kir.

Di Şanoya Bajêr a Amedê de, stêrkên lîstika ku bi awayekî înteraktîf hat pêşkêşkirin, temaşevan bûn. Zeynep Ozyurt Tarhan û Koray Tarhan; temaşevan vexwendin serpêhatiyeke sînemayî, kêfxweş û surprîz. "Deriyê Navdariyê" di navbera klîşe, rewşên naskirî, karakterên nas, cureyên fîlman de li pey serpêhatiyên nediyar digere û lîstikeke bêhempa û dubarebûna wê ne gengaz e pêşkêş dike û ji aliyê temaşevanan ve gelekî hat ecibandin.

 

Image Gallery