Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê Beşa Karên Siyasî ya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Wezîrê Şêwirmend Stefano Fantaroni qebûl kirin.
Serokê Beşa Karên Siyasî ya Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Wezîrê Şêwirmend Stefano Fantaroni û Şêwirmenda Karên Siyasî Sema Kiliçer, serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak û Hatun bi Fantaroni re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de, mijarên wekî veguherîna şînkayî, veguherîna dîjîtal û projeyên veguhestina jîngehparêz, xurtkirina derfetên hevkariyê yên di navbera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Yekîtiya Ewropayê de û rewşa rêveberiyên herêmî hatin gotûbêjkirin.
Di dema serdanê de, Serokê Daîreya Lêkolîn û Projeyan Murat Akbaş û endamên meclîsê jî bi Hevşaredaran re bûn.
Â