Di Hefteya Astengdaran de komek çalakî têne lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Hefteya Astengdaran a 10-16'ê Gulanê, wê çalakiyên curbecur wek sînemaya bêdeng, komxebat, konferans û çandiniya şitilan li dar bixe.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan, di Hefteya Astengdaran a 10-16'ê Gulanê de komek çalakî wê li dar bixe.

Rojên Sînemaya Bêdeng

Çalakiyên ku li gorî hewcehiyên astengdaran hatine plankirin, wê bi Rojên Sînemaya Bêdeng dest pê bikin. Di çalakiya ku wê li Salona Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê were lidarxistin de, nîşandana fîlma "Bilyenin Hatırını Unutamayanlar" di navbera 3 û 5'ê Gulanê de, nîşandana fîlma "Îmza 2" jî wê di 6'ê Gulanê de were lidarxistin.

Çandiniya şitilan

Di çarçoveya Hefteya Astengdaran de, wê di 4'ê Gulanê de li Qada Çandiniya Şitilan a Derdora Stadyûma Nû bi motoya "Ji bo Astengdaran Jiyaneke Nû Mimkûn e" çandiniya şitilan were kirin.

Broşûr wê bêne belavkirin

Ji bo ku hemwelatî ji xizmetên Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Pîr û Kalan sûd wergirin û ji bo nasandina van xizmetan, wê di 12'ê Gulanê de, li Kolana Ekinciler a navçeya Amedê Yenişehir, Semta Ofîsê, Meydana Deriyê Çiyê û li pêşiya AVM Ceylan a navçeya Kayapinarê 3 hezar broşûrên nasandinê werin belavkirin.

Konferans û komxebat

Komxebata Medyayê, wê di 14'ê Gulanê de saet 11:00'an de li Navenda Çand û Kongreyan ya ÇandAmedê; çalakiya xwarina li qada vekirî, wê di 16'ê Gulanê de di navbera saetên 13:00-15:00'an de li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê; "Konferansa Lêgerîna Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Astengdaran" jî wê di 17'ê Gulanê de di navbera saetên 11:00-16:00'an de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê were lidarxistin.

 

Image Gallery