Serkeftineka mezin ji werzişvanên jin

Tîmên Voleybol û Futbolê yên Jinan ên ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de hatin avakirin, serkeftinên nû li xwe zêde kirin.

Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê de hat avakirin, bi armanca ku derbasî Lîga 2yemîn bibe, di her du pêşbirkan de bi ser ket. Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Amedê di pêşbirkên ku li Salona Sporê ya Girtî ya Yurdumê ya Gazîentabê hat lîstin de; Tîma voleybolê ya Navenda Ciwanan a Şanliurfayê 3-1 û Tîma Voleybolê ya Ciwanan a Adiyaman Yurdumê 3-0 têk bir û derket Lîga 2yemîn.

Tîma Futbolê ya Jinan ber bi Lîga 2yemîn ve diçe

Tîma Futbolê ya Jinan a DBB Sporê di pêşbirkên ku di Lîga 3yemîn Koma 4emîn da leyîst, bi 10 serkeftin û 2 wekheviyê serdema xwe bê têkbirin temam kir.

Di maça dawî de şahiya serkeftinê

Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Amedê di maça herî dawî ya ku li Tesîsên Sporê yên Talaytepe hat lîstin de li hember Ergani Makam Sporê 4-1 bi ser ket. Tîma Futbolê ya Jinan bi vê encamê beşdarî pêşbirkên Lîga 2yemîn a TFFyê ya Play-offê bû.

Armanc şampiyonî ye

Rahêner Alî Açan jî pîrozbahî li werzişvanan kir û got, “Ez hemû werzişvanên me yên ku di vê serdemê de gelekî baş xebitîn û performanseke pir baş nîşan dan, ji dil pîroz dikim. Hêvîdar im dawiya rê bibe şampiyon."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30