Hevserok Bucak: Em ê Daîreya Astengdaran ava bikin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku Serok û endamên Federasyona Astengdaran pêşwazî kir, bal kişand ser pirsgirêkên welatiyên astengdar û da zanîn ku dê Daîreya Astengdaran ava bikin.

Serokê Federasyona Pêkhateyên Bêasteng Abdulmecît Yilmaz û rêveber û endamên wê, di çarçoveya 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran û Hişyariyê de ji Deriyê Çiyê heta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê meşek li dar xistin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê serok û endamên federasyonê pêşwazî kirin. Piştre jî hevserok û endamên federasyonê derbasî baxçeyê şaredariyê bûn.

Hevşaredar Bucak di civîna li baxçeyê şaredariyê de axivî û diyar kir ku divê pirsgirêkên astengdaran û pêşniyarên çareseriyê di rojeva welêt de bi taybetî rêveberiyên herêmî bên rojevê û destnîşan kir ku wan nêzîkatiya rêveberiya herêmî ya têkoşînê dike daye ber xwe. Midûriyetên şaxên astengdaran û yekîneyên di vî warî de bi salan e ku pratîkan pêk tînin û pêşniyarên çareseriyê pêş dixin.

Plana stratejîk a 6 mehan tê amadekirin

 Bucak, anî ziman ku ew ê plansaziyeke stratejîk a 6 mehan amade bikin û 5 salên din bi hev re înşa bikin û destnîşan kir ku ew ê sozên ku beriya hilbijartinê dane bi cih bînin. Bucak axaftina xwe wiha domand: “Di plansaziya stratejîk a 6 mehan de dê li şaredariyên navçeyên me şaxên astengdaran û li Şaredariya Bajarê Mezin jî Midûriyeta Astengdaran bê avakirin. Em ji we hemûyan re radigihînin ku em ê bi budçeya xwe ya taybet Dezgeha Astengdaran û şaxên wê ava bikin. Bila ew ji bo me hemûyan bi xêr û xweşî be."

'Em ê bi nêzîkatiyeke tevlêker tevbigerin'

Hevşaredar Bucak da zanîn ku ew ê pêvajoya avakirina Daîreya Astengdaran bi nêzîkatiyeka tevlêker bimeşînin û got, “Di maweyê 2 hefteyan de em bi komele, avahî û dezgehên hemû hevalên xwe yên berastengên bihîstinê, dîtbarîyê, bedenî û derûnî re rûniştin. Her çend kesên ku me hîna nedîtine jî hene, em dixwazin bi wan re bipeyivin ka dema pêş Daîreya Astengdaran were damezrandin 'em ê çawa nexşerêyeka çawae bişopînin, pêşbênîyên xwe, armancên xwe' destnîşan bikin."

'Pêwîstî bi siyaseta herêmî heye'

Bucak bal kişand ku pêwîstî bi siyaseteke herêmî ya yekalî heye ku li Amedê peyarêk, çûnûhatina gel û gelek astengiyên din ji holê rabike û wiha got: “Em li vir in ku vê polîtîkaya herêmî, siyaseta xwecihî bi we re bi awayekî berfirehtir pêş bixin; bi awayekî rehettir, wekhevtir û em dixwazin wê bigihînin avahiyeke adil."

'Em ê kotaya astengdaran bişopînin'

Bucak, diyar kir ku ew ê li hemû şaredariyan pêkanîna kotaya astengdaran bişopînin û li Amedê derfetên îstîhdamê zêde bikin û wiha got: "Em ê xebatên wekî xebatên hişyarî, perwerdehî, polîtîka, guhertina zîhniyeta gel bişopînin û pêk bînin. Herweha mafê jiyanê û mafê karkirina astengdaran bi tevahî biparêzin. Ji bo me pir tê watedar e ku em îro li vir in. Em di wê baweriyê de ne ku naveroka daxuyaniya we ya îro bi tevahî wê bikeve jiyanê. Ger em hemû destên xwe bidin hev û hêza xwe bikin yek; "Guhertin û veguhertin dê bi me re be."

Yilmaz: Em ê gelek xebatan bikin

Serokê Federasyona Astengdaran Abdulmecit Yilmaz spasiya Hevserokan kir û diyar kir ku ew ê di çarçoveya Daîreya Astengdaran a ku bê avakirin de gelek xebatan bikin. Yilmaz da zanîn ku wan ji bo daxwazên xwe rapor pêşkêşî Hevserokan kirine û got, "Em difikirin ku ji xeynî kadroyên ji bo astengdaran tên terxankirin, bi zêdekirina rêjeya karmendan re em dikarin şaredariyeke mînak a li Tirkiyeyê nîşan bidin."

Piştî axaftinan rêveberên Komeleya Astengdarên Bedenî ya Bismilê plakêt pêşkêşî Hevserokan kirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30