Kontrola bermahiyên tibî li saziyên tenduristiyê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li saziyên tenduristiyê sehkirina bermahiyên tibî pêk anî.

Ekîbên Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê ji bo ku tenduristiya gel û welatiyan ji zirara bermahiyên tibî biparêzin di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahiyên Tibbî" de li navend û navçeyan xebatên xwe didomînin.

Ekîban li saziyên tenduristiyê yên ku di rêziknameyê de hatine diyarkirin de têkildarî berhevkirina bermahiyên tibî û depokirina wan ji hev cihê kontrol kirin.

Divê tedbîrên pêwîst bên girtin

Ekîbên ku li saziyên tenduristiyê nuqteyên berhevkirina bermahiyên tibî kontrol dikin hişyarî dan xebatkaran ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Di çarçoveya rêziknameyê de li hemû nexweşxane û navendên tenduristiyê yên di nav sînorên şaredariyê de dê kontrol dem bi dem dewam bikin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30