Hevserok Hatun saxtiya yekîneyan kir

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi armanca plansaziya bajarekî hêşîn, estetîk û paqijtir, Midûriyeta Parq û Baxçe û Parastin û Kontrola Jîngehê seh kir.

Hevşaredar Dogan Hatun, ji bo bajarekî pak û pêkhatîtir ava bike û xebatên têkildarî bajêr bên plankirin, lêkolînên xwe yên li yekîneyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin didomîne.

Hatun serdana Daîreyên Kontrola Park û Baxçeyan û Parastina Jîngehê kir û bi serokên daîreyan û rêveberên yekîneyên pêwendîdar re hevdîtin pêk anî. Hevşaredar Hatun ku der barê avahî û xebatên yekîneyan de agahî girt, der barê xebatên lezgîn ên di demeke kin de bên kirin û projeyên ku di dema navîn û demdirêj de bên bicihanîn de agahî standin û nêrînên xwe derpêş kirin.

Hevserok bi xebatkaran re hevdîtin kir

Piştî hevdîtina bi Desteya Kontrola Park û Baxçeyan û Parastina Jîngehê re, Hevserok Hatûn bi xebatkaran re rûnişt. Hevşaredar Hatûn ku li pêşniyarên çareseriyê yên karmendan guhdarî kir, xwest xebatên li bajêr bên meşandin leztir bibin.

Salname Lêgerîn

« Sibat 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28