Hevşaredar Bucak: Em ê bixebitin ku pirsgirêkên çûnûhatinê çareser bikin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku wan şaredariya tevlêker, civakî û gelparêz li gorî feraseta rêveberiyên herêmî qebûl kirine û got ku ew ê li bajêr ji bo çûnûhatineke rehet, rewan, erzan û dostane bixebitin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak li Navenda Çand û Kongreyê bi şofêrên wesayitên komsiwariyê yên ku di bin banê Daîreya Veguhastinê de xizmetê dikin re kombûnek pêk anî. Di civînê de ku Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkarê Sekreterê Giştî Reşat Bakan û Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz jî amade bûn de, mijarên wekî pirsgirêkên dabînkirin û tamîrkirina wesayîtan û têkiliyên ajokaran bi welatiyan re hatin gotûbêjkirin. Di civînê de ku pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin, bername û proje hatin nîqaşkirin û der barê mafê veguhestina erzan û bi kalîte û karîger ji bo beşên kêmderfet de pêşniyar hatin kirin.

Hevserok Bucak: Veguhastin mafê her kesî ye

Hevşaredar Bucak di civînê de axivî û diyar kir ku di nava 5 salên dawî de herî zêde pirsgirêka çûnûhatinê ya gel çêbûye. Bucak bal kişand ku çûnûhatin mafê hemû beşên civakê ye, di serî de extiyar, jin, astengdar, zarok û xwendekaran e û wiha got: “Ji bo ev maf di asta herî jor de bê bikaranîn berpirsyariya me heye. Bucak weha got: “Hûn jî hilgirên vê berpirsyariyê ne.” Bucak di berdewama axavtina xwe de bal kişand ser Deklerasyona Bajêr a ku rêveberiyên herêmî ya 5 salanû axaftna xwe weha domand:

“Em ê di şeş mehên pêş de dema plansaziya xwe ya stratejîk a pênc salan çêbikin, vê daxuyaniyê esas bigirin. Ev deklerasyon ji me re dibêje ku divê xizmetên vî bajarî bi awayê herî bikêrhatî ji raya giştî re were pêşkêşkirin. Hemû xizmetên şaredariyê dê bigihêjin gel. Mixabin em weke bajêr ji vê yekê dûr in. Em dixwazin di zûtirîn dem de vana ava bikin. Em dixwazin van hemûyan ji bo xizmet, feyde û qenciya gel bidomînin. Li gorî perspektîfa rêveberiyên herêmî em dixwazin tiştên heyî biparêzin û yên tine ava bikin.”

Şaredarîyeke tevlêker, civakî û gelparêz

Bucak da zanîn ku weke rêveberiyên herêmî wan feraseta şaredariyê ya demokratîk, tevlêker, civakî û gelparêz qebûl kirine û got, “Em vê weke dirûşme nabêjin. Em bi rastî vê yekê di asteke girîng de destnîşan dikin. Ez dibêm qey pêkanîna vê dê ev qas ne dijwar be. Jixwe, ev cî xwedî avahiyek e. Yên ku ji bo pêşkêşkirina xizmetên vê şaredariyê dixebitin û dixebitin hûn in. Û di vî warî de jî erka we ew e ku hûn bi awayekî herî baş xizmeta vî gelî bikin, aramiya kedê li herêmên xwe misoger bikin, bi civakê re aştiyê pêk bînin û li gorî wê tevbigerin. Jixwe hûn jî xwedî vê hişmendî û şiyanmendiyê ne.”

'Em ê ji bo hatûçûneke rehet astengiyan derbas bikin'

Bucak, diyar kir ku ew ê pirsgirêkên di barê hatûçûnê de hene çareser bikin û wiha got: “Perwerdeya di nava xizmetê de mijareke girîng e. Em li ser vê yekê bi Serokên Dezgehan û hevalên xwe yên rêveberên pêwendîdar re diaxivin û em ê plana vê dabîn bikin. Em ê lêkolîneke berfireh bikin. Em ê ji bo çûnûhatina van mirovan zêdetir, însanîtir, rehettir, gihîştîtir, erzantir, dostanetir, dilpaktir û ku veneguhere zilm û ezabê hewl bidin û heke astengî li pêşiya me hebin jî em ê van astengiyan derbas bikin. ”