Piştgiriya coya avdanê ji cotkaran re

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku avê bigihîne erdên bê av û bi vî awayî destekê bide çandinî û sewalkariyê, li 9 taxan pergala avdana modern a vekirî-girtî ya 45 kîlometreyî çêkir.

Midûriyeta Xizmetên Gundan, xebatên xwe yên ji bo pêşxistina çandinî û sewalkariyê didomîne. Ekîbên girêdayî Serokatiyê projeyan çêdikin ku avê li seranserê bajêr bi awayekî bikêrhatî bikar bînin û avê bigihînin erdên dêm û bê av.

45 kîlometre coyên avdanê hatin çêkirin

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li 9 taxên Çermûg, Çûngûş, Pîran, Erganî, Hanî, Hezro, Karaz, Pasûr, Licê, 45 kîlometre pergala avdanê ya modern a vekirî-girtî ava kirin.

Ekîbên ku di çarçoveya projeyan de xebatên xwe bênavber didomînin, wê bi 3 projeyên cuda li gundan bi tevahî 106 kîlometre coyên avdanê çêbikin.

Hevsengiya ekolojîk tê parastin

Di dema xebatê de girîngî bi parastina xwezayê jî tê dayîn. Armanc ew e ku di xetên ku pergalên avdanê lê derbas dibin de hevsengiya ekolojîk biparêze.

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya projeya ku di çarçoveya protokola ku bi Midûriyeta Pêşveçûna Herêmê ya GAPê re hat îmzekirin de, ji bo avdana çandiniyê ya li taxên gundewarî yên navçeyan baştir bike û bi vî awayî destekê bide geşepêdana gundan, dê xebatên çêkirina coyê bidomîne.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30