Hevserok Bucak beşdarî çalakiya Roja Dayikan bû

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, diyar kir ku ked û helwesta dayikan li tixûbê tu gotinan hilnayê û "Roja Zimanê Dayikê" li jinan pîroz kir.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak li TOKÎya Uçkuyuyê beşdarî çalakiya "Roja Dayikan" a ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve li Nev Bahçeyê hat lidarxistin bû. Bucak di çalakiyê de Roja Dayikan li jinan pîroz kir, ji ber bernameya ku li dar xistine spasiya Hevşaredarên Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergun kir.

'Keda dayikan li tu gotinan hilnayê'

Bucak bal kişand ser keda dayikan û wiha got: “Ked û helwesta dayikên vê erdnîgariyê yên ku ji hemû nifşên ciwan re gihandine û hînî me kirine, bi gotin û rojekê nayê gotin. Li hemberî ked û xebata wan, nirxê ku afirandiye, çanda ku afirandiye, mîras û hevgirtina ku ji me re hiştine, bi rêzdarî û hezkirin serî ditewînim. Her tim li cem wan bin, guh bidin gotinên wan û şîretên wan û gihandina vê ji yên piştî me re wê civak û herêma me xurtir bike. Baş e ku ew hene. Em li ser rêya ku dayikên me vekiriye dewam dikin."

Piştî bernameyê Hevşaredar Bucak şal li jinan belav kir. Bername piştî kişandina wêneyan bi dawî bû.

Salname Lêgerîn

« Berfanbar 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31