Li Amedê Hefteya Astengdaran bi çalakiyan hat pîrozkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 10-16ê Gulanê Hefteya Astengdaran bi çalakiyên cur bi cur, pîroz kir.

Daîreya Xizmetên Civakî bi çalakiyên ku organîze dike û her wiha bi qursên ku vedike da ku tevlîbûna wan a di jiyana civakî de zêde bibe reng dide jiyana astengdaran.

Kesên astengdar nayên jibîrkirin

Midûriyetê bi minasebeta Hefteya Astengdaran li Qada Zarokan a Yenîşehîrê geştek li dar xist. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ozgur Yildiz, astengdarên ku li navendên kursê perwerdeyê dibînin û malbatên wan, nûnerên saziyên sivîl ên di warê astengdaran de dixebitin û nûnerên yekîneyên pêwendîdar ên şaredariyên Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê beşdarî çalakiya ku ji aliyê Astengdaran ve hat lidarxistin bûn.

Kesên astengdar hunerên xwe nîşan dan

Di çalakiya ku perwerdekarên Navenda Piştevaniya Astengdaran a Sûmerparkê pêşandana dansên gelerî pêşkêş kirin, koroya muzîka gel a astengdaran û koroya xwendekarên navenda jiyana aktîf xebatên xwe pêşkêş kirin.

Di bernameya ku kesên astengdar û malbatên wan kêfxweş bûn de bi muzîkê govendên halay hatin gerandin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30