Hevserok Hatûn serdana navçeya Pasûrê kir

 

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun ku serdana navçeya Pasûrê kir û bi welatiyan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka rê û ava vexwarinê ya herêmê dest bi xebatê kirine.

Hevşaredar Hatûn di çarçoveya serdanên xwe yên navçeyê de Şaredariya Pasûrê ziyaret kir. Hevşaredar Hatûn, Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan, Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû, Serokê Daîreya Xizmetên Gundan Velat Ozer, Serokê Daîreya Çêkirin-Xebitandin û Koordînasyona Binesaziyê Silêman Nazîf Akgonûl û Serokê Şaredariya Îtfaiyê Azat Yildirim, Hevşaredar Fatma Ay û Murat Îpek ve hatin pêşwazîkirin. Hatûn demekê bi Hevserok Ay û Îpek re hat cem hev û der barê pirsgirêkên navçeyê de agahî girtin.

Hevşaredar Hatun piştî serdana şaredariyê, înşaeta Şaredariya Bajarê Mezin a Pasûrê ziyaret kir û der barê xebatên tên meşandin de ji xebatkaran agahî girtin.

Hevserok Hatûn: Bila ava vexwarinê rast bi kar bînin

Piştre jî Hevşaredar Hatun derbasî Taxa Narlica ya gundewarî bû û li vir bi welatiyan re hevdîtin kir. Hatun da zanîn ku ji bo çareseriya rê û ava vexwarinê ya herêmê dest bi xebatê kir. Hatun anî ziman ku ava kaniyê têra taxên herêmê dike û wiha got:

“Li ti devera Amedê pirsgirêka me bi ava vexwarinê nîne. Pirsgirêka me bi bikaranîna ava vexwarinê ya rast heye. Dema ku ava vexwarinê li baxçe tê bikaranîn, rezerv kêm dibin û di havînê de pirsgirêkên avê derdikevin. Divê ava vexwarinê di çandinî û baxçevaniyê de neyê bikaranîn. Pirsgirêka avê ya ji bo çandinî û sewalkariyê tê bikaranîn divê bi sondajê bê çareserkirin. Bikaranîna ava ku em li zeviyê paqij dikin îsrafek mezin e."

'Em ê perwerdeyê bi rêxistin bikin'

Hatun, diyar kir ku pirsgirêka ava vexwarinê ne tenê pirsgirêka şaredariyê ye, pirsgirêka gel jî heye û destnîşan kir ku ew ê di pêşengiya DÎSKÎ'yê de perwerdehiya teserûfa avê li dar bixin û hemû kesên li taxan dijîn bişopînin. Hevserok Hatûn guhdariya muxtar û şêniyên taxê kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkan talîmat da dezgehên pêwendîdar.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30