Hevserok Hatûn: Qeyûman di warê çandê de wêraniyeke mezin dan

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku qeyûmqn talaneke mezin di qada ziman, huner, çand û aboriyê de kirine û diyar kir ku ji bilî sê avahiyan tu mal û milkên şaredariyê nehiştine.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin Dogan Hatûn beşdarî çalakiya salvegera 10ê a ku ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve li Mala Îskenderpaşa hat lidarxistin bû. Tevî Serokê Weqfa Mezopotamyayê Osman Akyil û endamên weqfê, gelek kesên hunerî, siyasî û karsazî beşdarî çalakiyê bûn. Piştî pêşandana sînevîzyona ku xebatên weqfê hatin nîşandan, axaftinan dest pê kir.

Serokê Lijneya Rêvebiriya Weqfê Osman Akyil, xebatên 10 salan vegotin û got ku ji bo çêkirina termînolojiya bi kurdî hin komîsyonên wek hiqûq û tibê ava kirine. Akyil, bal kişand ku beşeke mezin a xebatên weqfê ew e ku folklora kurdî bîne pêş bigire bin qeydê û binesaziya zimanê kurdî di qada dijîtal de ava bike.

Komkujiya ziman, çand û hunerê

Hevşaredar Hatûn bi bîr xist ku şaredarî 8 salan kein bin deste qeyûman û weha got, “Qeyûman, ji derûnî heta ziman, huner, çand û aboriyê zirareke mezin dan. Me deyn aşkere kir. Li gorî zirara di warê ziman, çand, huner û jinê de ev ji sedî yek jî nînin. Pirsgirêka qeyûmanê ne tenê meseleya talan û şelandinê bû, civaka me ke ber pêleka têkbirina ziman, çand û hunerê. Ji sedî 90ê polîtîkayên xwe di vî warî de meşandin.”

'Hemû mal û milkên şaredariyê firotine'

Hatûn, anî ziman ku qeyûman u xizmeta şaredariyê nekiriye şaredarî nexistibe ber berjewendiyên gel û wiha dewam kir: “Niha ji xeynî avahiya xizmetê ya şaredariyê, avahiya DÎSKÎ û Navenda Çandê ya Kongreya Sezaî Karakoç tu mal û milk nehiştine. Parêzerên me li ser van mijaran xebatên xwe didomînin. Em ê wan hemûyan yek bi yek paşve vegerînin.”

'Em zimanê xwe biparêzin'

Hatûn diyar kir ku divê zimanê kurdî bê parastin û got, “Di barê ziman de divê polîtîkayeke zanistî bê meşandin; Di heman demê de li kuçe, li sûk, li bazar û kolanan, li her derê kurdî bê axaftin û kurdî bibe zimanê jiyanê. Îro Roja Zimanê Kurdî ye. Bi vê minasebetê banga me ji hemû rêxistinên sivîl û pêkhateyên siyasî re; Werin em ji bo zimanê xwe bên cem hev. Em zimanê xwe biparêzin. Ji bo zimanê xwe bixebitin. Werin em zimanê xwe di nav zimanên cîhanê de bigihînin cihê xwe yê rêzdar. Ji bo vê jî weke şaredarî em amade ne ku her tiştê ku ji destê me tê bikin. Em amade ne ku ji bo zimanê xwe, gelê xwe û bajarê xwe wek hemal û xizmetkar tevbigerin.”

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30