DÎSKÎ: Ava şebekê ji bo hêşînahiya nav sîteyan bi kar neynin

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû diyar kir ku ji bo tedbîrên pêwîst li pêşiya zêde mezaxtina avê bigirin wan proje amade kirine û got, "Em bang li welatiyên xwe dikin ku li qadên hêşîn ên li nav sîteyan û cihên din ên ku av lê tê, ava paqij bi kar neynin."

Midûrtiya Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎSKÎ) ji ber ku germahiya havînê zêde dibe, ji bo avdaniya bêhişmendî û xemsarî hişyarî da. Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Şerîfoglû der barê mijarê de daxuyanîyek da û diyar kir ku li welat û cîhanê li dijî ziwabûna ku bi guherîna avhewayê ya dawîn re ev çend sal in di rojevê de ye xebatên girîng tên kirin û got: "Ji bo em erka xwe ya di vî warî de bi cih bînin, em kêmasiyên ava vexwarinê û avdana çandiniyê dişopînin. Em projeyan çêdikin da ku tedbîrên pêwîst ji bo zêdekirina karîgeriya avê û bikaranîna avê di warê aborî de bigirin."

Li şûna ava şebekê ava bîrê bi kar bînin

Şerîfoglû bal kişand ser girîngiya bikaranîna ava vexwarinê ji aliyê aborî ve û wiha got: “Li şûna ava kaniyê ku li qadên hêşîn tê bikaranîn, wê sûda aborî bi dest bixe û her wiha ji bo parastina ava ku ji bo armancên mirovî tê bikaranîn jî bibe alîkar. Bi vê minasebetê, em welatiyên xwe vedixwînin ku bêtir hestiyar bin li ser bikarneanîna ava paqij li deverên hêşîn ên nav sîteyan û cihên din ên ku hewcehiya avê pê heye."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30