DÎSKÎ hezar û 325 bîrên sondajê nû dike

Midûrtiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ava bênavber û saxlem li seranserê bajêr bîrên avê nû dike.

Ekîbên girêdayî Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) ji bo ku hezar û 325 bîrên avê li tevahiya bajêr bên xebitandin xebatên çaksazî û temîrkirinê yên hewce dikin.

Kêmasiya 462 bîrên bîrê hat çareserkirin

Di meha dawî de li tevahiya bajêr bi taybet li taxên gundewarî 123 jê pirsgirêkên mekanîk û 339 jî arizeyên elektrîkê hatin sererastkirin û bi giştî 462 bîr hatin aktîfkirin.

34 pompeyên binê avê hatin danîn

Di meha dawî de 34 pompeyên binê avê yên li taxên gundan bi maşîneya kar ji bîrê hatin derxistin, temîrkirin û ji nû ve hatin dabînkirin.

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
    1 2 3 4 5
6 7 8 9 10 11 12
13 14 15 16 17 18 19
20 21 22 23 24 25 26
27 28 29 30 31