Refûjên Baxlarê bi gulqedîfan xweştir dibe

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Baxlarê navbirkên rêyan bi serober kirin û dest bi çandina 9 hezar û 720 gulqedîfkên ku li baxçeyê xwe hildiberîne, kir.

Kulîlkên demsalî yên havînê yên ku ji aliyê Midûriyeta Baxçe û Parkan ve li Midûriyeta Şitilan a navçeya Yenîşehîrê bi derfetên xwe hildiberîne, navbirkerêyên bajêr dixemilînin. Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan bal kişand ser navbirkerêkên ku ev demeke dirêj e xebatên kulîlk û peyzajê nayên kirin, li nîveka Bulvara Dîcleyê ku di nav sînorên navçeya Baxlarê de ye û wek Kolana Batikentê tê zanîn kulîlkên demsalî yên havînê çandin.

Refûj bo çandinê hatin amadekirin

Beriya çandina kulîlkên demsalî yên havînê ekîban qad ji giya paqij kirin, axa zêde jê rakirin û navbirkerêya Bulvara Dîcleyê ji bo çandina bi kulîlkan hate amadekirin.

9 hezar û 720 gulqedîfk hatin çandin

Ji bo ku 9 hezar û 720 kefçên li navendê Bulvara Dîcleyê hê bêtir estetîk xuya bikin, Midûriyeta Park û Baxçeyan li herêmê nebatên top, gul û teflana zêr jî çandin.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan li navçeyên Sûr, Kayapinar, Baxlar û Yenîşehîrê dê bikaranîna gul û kulîlkên demsalî yên havînê yên ku ji aliyê Midûriyeta Şitilan ve tên hilberandin bidomîne.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30