Projeya ‘Pergala Rêhesinî ya Sivik’ tê nûvekirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo veguheztina gel rehet bike û ji gel re xizmetguzariya veguhestina giştî ya rehet, ewledar û erzan pêşkêş bike, Projeya Pergala Rêhesinî ya Sivik a ku ev 8 sal in di refê de ye, ji nû ve sererast dike. Bi îhaleya projeyê re xebat dest pê kirin ku di nava salekê de xebatên înşaetê bidin destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin xebatên xwe yên ji bo veguhestineke giştî ya rehet, ewle, gihîştî û erzan a li bajêr lezand û Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik ya ku ji Mijdara 2016an û vir ve qeyûman ji refê derxistibû. Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo sererastkirina Projeya Sîstema Raya Sivik dest bi xebatê kir. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn, Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî û Serokê Daîreya Veguhastinê beşdarî civîna ku têkildarî projeyê hat lidarxistin bûn. Di civînê de pergalên rêhesinî û plansaziya sereke ya veguhestinê hatin nirxandin.

Xeta ku ji Deriyê Çiyê dest pê dike û heta Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a li navçeya Peyasê diqede, di çarçoveya îhale û çêkirina Pergala Rêhesinî ya Sivik ya ku ji 20 rawestgehan pêk tê û bi dirêjahiya 14 kîlometroyan pêk tê, îsal wek hedef hat destnîşankirin.

'Proje bi tayînkirina qeyûman bi dawî nebû'

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, der barê Projeya Sîstema Rêhesinî ya Sivik de agahî da û got ku ew kar li ser vê projeyê bi demê re hate destpêkirin, lê bi sedema tayînkirina qeyûman ew proje nehat cîbicîkirin.

14 kîlometre, 20 rawestgeh

Gorduk destnîşan kir ku dirêjahiya projeyê 14 kîlometre ye û ji 20 rawestgehan pêk tê û wiha got: “Em pêşbînî dikin ku ev proje ji milekî heta milê din 37 deqe be. Di qonaxa yekem de dê 20 wesayit bên kirîn, 18 ji wan dê bixebitin û 2 wesayît jî di rezervê de bimînin. Di qonaxa yekem de tê plankirin ku rojane 75 hezar rêwî werin veguhestin. Ev kapasîteya wê heta sala 2040 zêde bibe."

Projeya îhale û înşaetê dê bê kirin

Gorduk anî ziman ku wan dest bi xebatên sererastkirina projeyê kirine û wiha dewam kir: “Destpêka vê xebatê revîzyona projeyê ye. Di projeya berê de erdekî 100 dekarî ya girêdayî Wezareta Tenduristiyê weke qadeke depokirinê hatibû nirxandin. Lê belê ji ber ku Wezareta Tenduristiyê bersiveke neyînî da me û rêjeya nifûsê guherî, em fikirîn ku vê projeyê pêdivî bi vejandinê heye. Me ji 21ê Gulanê roja Sêşemê ve dest bi xebatê kir. Piştî revîzyona projeyê bi dawî bû, me biryar da ku di vê salê de îhale bikin û projeyê ava bikin."

'Wê veguhestina giştî hêsantir bike'

Gorduk, da zanîn ku dê derbarê pêkanîna Sîstema Rêhesinî ya Sivik de bi hemû saziyên sivîl û saziyên pêwendîdar ên bajêr re agahiyên pêwîst bên gotûbêjkirin û wiha got: “Piştî ku proje bi cih hat, dê di warê parastina welatiyan de gaveke girîng bê avêtin. Wekî din, dê welatî ji hêla aborî ve rehettir bin ji ber ku pergala hesinî dê ji pergalên din ên veguhestinê erzantir be. Em bawer dikin ku Pergala Rêhesinê ya Sivik dê rehetiyeke girîng ji seyrûsefera bajêr û veguhestina giştî re bîne."

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30