Di bernameya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi boneya Roja Cîderengiya Biyolojîk a Cîhanê li Geliyê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê hat lidarxistin de paqijî hat kirin û bal hat kişandin ser parastina cihêrengiya biyolojîk.
Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî bi boneya Roja Cîhanî ya Cihêrengiya Biyolojîk Bernameya Gera Hewselê li dar xist. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozgur Yildiz, Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî Evîn Dîndar û nûnerên saziyên ekolojiyê beşdarî bernameya ku bi armanca parastin û pêşxistina cihêrengiya jiyana xwezayî hat lidarxistin bûn. Beşdarên bernameyê çopê li Geliyê Dîcleyê kom kirin û dûvre çopê ku berhev kiribûn li wesayîtan bar kirin da ku bibin navendên veguherandinê.
'Kartêkerîyê li jiyana zindiyan dike'
Aktîvîstê Ekolojiyê Zekî Kanay ku piştî xebatên paqijiyê der barê bernameyê de agahî da, diyar kir ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve 22ê Gulanê wekî Roja Cihêrengiya Biyolojîk a Cîhanê hatiye diyarkirin û got ku cure zindiyên dinyayê gav bi gav winda dibin û ev yek bandoreke neyînî li jiyana mirov û hemû zindiyên din dike. Kanay, diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî heta sala 2030î ji bo vegerandina cihêrengiya biyolojîk hedef nîşan daye û diyar kir ku wêrankirina di xwezayê de nîşan dide ku ev armanc pêk nayê. Kanay got, “Em îro ji bona paqijiyê hatin Geliyê Dîcleyê. Me li vir bi xelkê re danûstendin kir û me hin hişyarî li ser qirêjnekirina jîngehê û parastina bedewiyên xwezayê kirin."
'Herêmek bi cihêrengiya biyolojîkî dewlemend e'
Seroka Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî Evîn Dîndar got ku Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ji aliyê cihêrengiya biyolojîk ve herêmên xwedî ekosîstemên dewlemend û girîng in û diyar kir ku ev herêm jîngeha cûrbecûr cureyên riwekan û heywanan in û mazûvaniya gelek cureyên nebat û ajalan û cureyên endemîk dike. Dîndar destnîşan kir ku Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevselê ku tê de 400 cureyên riwekên kulîlk ku 7 ji wan endemîk in, ji bo 215 cureyên çûkan hem korîdoreke jiyan û koçberiyê ye û hem jî ji 15 cureyên kêzikan û 3 beqan re malovaniyê dike, ku 28 cureyên wê jî di nav wan de kîsoya Firatê jî heye ku di çemê Dîcleyê de vedihewe. Dîndar got ku tê zanîn 51 cureyên masiyan, di nav wan de hinek jî endemîk hene di Çemê Dîcleyê de dijîn.
Gefên li Geliyê Dîcleyê
Dîndar da zanîn ku di salên dawî de li herêmê her ku diçe xebatên mirovî yên bi lez zêde dibin bûye sedem ku ev ekosîstemên bêhempa bikeve metirsiyê û wiha got: “Bandora mirovî bi taybetî kanên qûmê, xebatên çandiniyê, birîna daran, bajarvanîbûn û Projeya Vegerandina Çemê Dîcleyê xeternak e li ser ekosîstema herêmê. Ev bandor dibin sedema windabûna jîngehê, tunebûna cureyên riwekan û heywanan, zirarê dide nebatan û dibe sebeba qirêjiya avê. Ji ber vê yekê jiyana xwezayî ya li herêmê di bin xetereya tunebûnê de dihêle.”
'Weke din, mîrateya biyolojîk wê bikeve xeterê'
Dîndar destnîşan kir ku gavên wekî "parastina jîngeh, berdewamkirina xebatên çandiniyê, kontrolkirina birîna daran û parastina avahiya xwezayî ya çeman" wê temînata tenduristiya ekosîstem û berdewamiya cihêrengiya jîngehê li herêmê bike û got, "Heke wiha nebe, mîrateya biyolojîk a li herêmê wê bikeve bin xeteriyeke mezin. Em ê bi hev re ji bo parastina mîrata xwe ya xwezayî û piştgirîkirina cihêrengiya biyolojîk bizavê bikin."