Perwerdeya ‘Plana Stratejîk a 2025-2029ê' hat lidarxistin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya bernameya amadekariyê ya ku ji bo destpêkirina lêkolînên Plana Stratejîk a 2025-2029an hat destnîşankirin, "Perwerdeya Pêvajoya Amadekirina Plana Stratejîk" li dar xist.

Endamên Lijneya Pêşxistina Stratejiyê, yekîneya pêşxistina stratejiyê û ekîba plansaziya stratejîk beşdarî perwerdeya amadekirina plansaziya stratejîk a ku ji aliyê Midûriyeta Pêşxistina Stratejiyê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malî ve li salona perwerdeyê ya avahiya sereke ya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin, bûn.

Perwerdeya pêvajoya amadekariyê hat dayîn

Di perwerdeya pêvajoya amadekirina plansaziya stratejîk a 2025-2029an de, mijarên wekî agahiyên der barê qanûnê de, mijarên ku di dema amadekirina planên stratejîk ên şaredariyan de li ber çavan bên girtin, prensîbên giştî yên planê, girîngiya wê û teknîkên amadekirina plana stratejîk, girîngiya rêveberiya stratejîk a li şaredariyan û amûrên plansaziyê hatin nirxandin.

 

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30