Hevserok Bucak serdana navendên jinan kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana yekîneyên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê kir.

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, serdana navendên jiyana jinan ên Ben û Sen û Yenîkoyê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê kir. Bucak hatin cem hev û bi jinan re sohbet kirin û der barê xebatên navendên jiyanê yên jinan de ji rêveberên yekîneyan agahî girtin.

Bucak li odeyên ku li navendên jiyanê yên jinan atolye û kurs lê dihatin lidarxistin ziyaret kir û di xebatên xebatkarên jin de serkeftin xwest.