Hevserok Bucak: Em dixwazin turîzma ku cewher û dîroka xwe dizane pêş bixin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di vekirina Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê de axivî û diyar kir ku ne pêkan e ku turîzm ji dîrok û çanda Mezopotamyayê bê veqetandin û got, "Em dixwazin turîzmeke ku cewhera xwe dizane, dîrok û koka xwe dinase, pêş bixin.”

2yemîn Fuara Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin, Yekîtiya Ajansên Geştyarîya Tirkiyeyê (TURSAB) û bi beşdariya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin, hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyan ên Wan û Mêrdînê, nûnerên DTSO û saziyên sivîl beşdarî vekirina fuarê ya li Navenda Kongre û Fûarê ya Mezopotamyayê bûn. Fûara ku 104 fîrma beşdar bûn dê 4 rojan mazûvaniya mêvanên xwe bike.

'Mezopotamya di warê turîzmê de xwedî cihekî berfireh e'

Axaftina vekirina fuarê ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya TURSABê Mehmet Akyil ve hat kirin. Akyil da zanîn ku Mezopotamya di warê turîzm û gastronomiyê de xwedî cihekî berfireh e û wiha got: “Di warê turîzmê de Mezopotamya wek parêzgehên peravê têra xwe sûd wernagire. Ji bo vê jî divê bername û atolyeyên cuda bên lidarxistin. Piştre Serokê DTSOyê Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku ew di serî de sektora çandinî, tekstîl, turîzm û teknolojiyê didin pêş û destnîşan kir ku ew dixwazin fuarê berfireh bikin.

Bucak: Divê yekîtiya civakî bê avakirin

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di vekirina fuarê de axivî û spasiya her kesê ked di ber fuarê de kirine û bi taybetî jî veberhênerên jin kir. Bucak got ku berpirsiyariya rêveberiyên herêmî, partiyên siyasî yên welêt û pergala navendî heye ku çavkaniyên li herêmê bibe sedema îstîhdam, dewlemendkirin û hilberînê û berpirsiyariya sereke ya van karan jî bibe egerê dabînkirina aştî û îstiqrara li welêt û herêmê. Bucak diyar kir ku divê yekitiya civakî li cihekî ku edalet, demokrasî, maf û azadiyan li xwe digire bê avakirin û got ku erdnîgariya qedîm a xwedî dîroka 12 hezar û 500 salî û şopa gelek şaristaniyan lê ye; Da zanîn ku bi hev re bi polîtîkayên rast, wekhev û azadîxwaz dikarin jiyaneke ku hemû pêdiviyên Tirkiye û herêmê pêk bîne ava bikin. Bucak weha got, “Di vê wateyê de rêveberiyên herêmî, dînamîkên herêmî, karsazên herêmî û sermayedar xwedî rol û mîsyon in. Ne mimkûn e ku turîzmê ji dîrok, çand û civakbûna Mezopotamyayê veqetînin. Ger îro em dixwazin turîzma Mezopotamyayê pêş bixin û wekî veberhênan û geşedanekê vegere nav gel, helbet divê em hin prensîbên turîzmê û vê sektorê bişopînin û van prensîban bi hev re pêş bixin. Di dema pêşxistina van prensîban de, pêwîst e li cihekî ku civakê bibîne, taybetmendiya van gelên qedîm bibîne, ziman, girêdan û azadiya baweriya wan bibîne û wan weke parçe, hêman û mijara turîzmê bide naskirin, raweste."

'Em dixwazin tevkariyê bikin'

Bucak diyar kir ku ew dizanin ku piştî pêvajoya 8 salan a qeyûman bajar paşve bi dest xistine, gelek pirsgirêk li bajaran kom bûne û destnîşan kir, ku ew di xaleke ku rêveberiyên herêmî xurtir dike de ne û ew li ser esasê wekhevî û rastî nêzî van hemû pirsgirêkan dibin. Bucak axaftina xwe wiha dewam kir: “Em wek rêveberiyên herêmî dixwazin bi dezgeh û perspektîfên xwe tevkariyê bidin kesên ku dixwazin li bajar û herêma me di warê turîzmê de pêşketinê bi pêş bixin û veberhênanê bikin. Em bala xwe didin ku em li turîzmê û vê felsefeyê binêrin. Heke em behsa dîrokîbûna Gobeklitepe/Girê Mirazan, gerdûnî û dewlemendiya çandî ya Qotê Berçem û Hîlarê dikin, helbet divê em vê pirçandî û pirzimaniyê ji bîr nekin, ku di binyada xwe de turîstên xwecihî û biyanî li vir bi gerên turîzmê yên ku em dikarin dikişînin, pêşvetir bibin."

'Em dixwazin turîzmeke ku dîroka xwe dizane pêş bixin'

Bucak da zanîn ku di turîzmê de mijara sereke axaftina bi zimanekî biyanî ye û got ku pergala perwerdehiyê ya li Tirkiyeyê ji bo vê yekê ne guncaw e. Bucak, da zanîn ku ew dixwazin di vî warî de zemîneke nû deynin û got, "Di vî warî de li Amed, Wan, Mêrdîn û hemû parêzgehên herêmê geşepêdana turîzmê, li aliyê din em ê qadên xwe yên perwerdehiyê, Îngilîzî pêş bixin. Perwerdehiya ziman û perwerdehiya turîzmê bi hemû dînamîkên bajêr re werin afirandin. Em dixwazin turîzmeke ku cewher, dîrok û koka xwe bizane pêş bixin, ne turîzmek ku parçeyek ji çanda gelêrî ye. Em naxwazin gastronomiya ku parçeyek ji çanda gelêrî ye, lê turîzm li cihekî ku nav, aqil û şîfaya giyayên ku li erd û çiyayên vê erdnîgariyê şîn dibin, li Mûş, Varto, Dêrsim û Agiriyê bizane, pêş bixin. Tişta ku em weke perspektîf, çanda demokratîk derdixin pêş, wê bi vê yekê pêk were.

Hevşaredar Bucak serdana standan kir

Piştî bidawîbûna axaftinan beşdarên fuarê qurdele birîn. Hevşaredara Bajarê Mezin Bucak û hevşaredar û endamên meclîsê yên ku beşdarî vekirina fuarê bûn yek bi yek stantên fuarê ziyaret kirin.

Salname Lêgerîn

« Îlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30