Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê hat venêrtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku welatî ji bo bêhnvedan û wextê xwe bi germbûna hewayê zêde bi kar tînin, xebata lênêrîna nebatan kir.

Midûriyeta Park û Baxçeyan xebatên xwe yên parastin û çaksaziyê li qadên hêşîn didomîne da ku welatî beriya mehên havînê bê pirsgirêk parkan bi kar bînin. Ekîbeke ji 40 kesî ya girêdayî Midûriyetê li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê ku bi taybetî ji ber germbûna hewayê ji aliyê welatiyan ve zêde tê bikaranîn, xebatên bi berfirehî yên lênêrîna nebatan kirin.

Çakkirina wê qediya

Ekîbên ku berê li Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê çinîna çîmenê dikirin, xebatên daçikilandina daran, rakirina gîhayan, aşêv û kexasa daran bi dawî kirin. Bi saya xebatên ku ji aliyê Daîreyê ve hat kirin, Baxçeyê Miletî yê Yenîşehîrê şekilekî xweştir bi dest xist.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan ji bo kêmasiyên ku li parkên navçeyên Sûr, Kayapinar, Yenîşehîr û Baglarê hatine tespîtkirin ji holê rakin dê xebatên xwe bidomînin.

Salname Lêgerîn

« Oktobre 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
  1 2 3 4 5 6
7 8 9 10 11 12 13
14 15 16 17 18 19 20
21 22 23 24 25 26 27
28 29 30 31