'Em bi hev re dikarin jîngeha xwe biparêzin'

Seroka Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Evîn Dînar di çalakiya "Meclîsên Qenciyê Li Dijî Bermahiyên Plastîk Têdikoşin" de, bal kişand ser zirara ku çop dide jiyana xwezayî û got, "Em bi hev re, mil bi mil dikarin jîngeha xwe biparêzin. Ji bo cîhaneke hê şêntir gavên girîng bavêjin."

Li Amedê ji aliyê dibistaneke taybet ve çalakiya "Meclîsên Xêrxwazî li Dijî Bermahiyên Plastîk Têdikoşin" hat lidarxistin. Seroka Daîreya Guhertina Avhewa û Sifir Bermayî ya Şaredariya Bajarê Mezin Evîn Dînar, akademîsyen û gelek xwendekar beşdarî çalakiya ku li salona konferansê ya dibistanê hat lidarxistin bûn. Dinar di bernameyê de axivî û diyar kir ku ew kêfxweş in ku tevkariya kampanyaya "Meclisên Qenciyê Li Dijî Bermahiyên Plastîk Têdikoşin " dikin.

'Nêzîkatiya sifir bermayî xwedî girîngiyeke mezin e'

Dînar bal kişand ku bandora xerab a bermahiyên plastîk ên li ser jîngehê êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn û wiha got: "Ev bermahiyên ku derya, çem û axa me qirêj dikin, ne tenê jiyana xwezayê tehdîd dikin, di heman demê de zirareke mezin didin tenduristiya mirovan. Nêzîkatîya bo têkoşîna li dijî guherîna avhewayê xwedî girîngiyeke mezin e. Di vî barî de yek ji erkên herî mezin ên me hemûyan kêmkirin û veguherandina bermahiyên plastîk e."

'Guhertinên biçûk destpêka veguherîneke mezin e'

Dînar diyar kir ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo ku li bajêr hişyariya sifir bermayî bê berbelavkirin û bermahiyan bi bandor bi rê ve bibin, xebatên berfireh plan dikin û wiha dewam kir: "Em ê ji bo hişyarkirina dibistan, saziyên cemawerî û civakê jî bixebitin, û hwerha hesasiyet û tevlêbûna aktîf a we ciwanan a di vê mijarê de me motîve dike. Kampanyaya 'Meclîsên Qenciyê ku Dijî Çopên Plastîk Têdikoşin' ne tenê ji bo kêmkirina bermahiyên plastîk, di heman demê de ji bo hişyarkirina civakê jî xwedî girîngiyeke mezin e. Bi saya kampanyayên wiha em wek civak, li hemberî pirsgirêkên jîngehê hestiyartir bibin, em ê bi hev re jîngeha xwe biparêzin û ji bîr nekin ku berpirsiyariya me ye ku em jîngeha xwe biparêzin û cîhaneka şêndartir biafirînin. Hewl û îradeya ku hûn ciwan bi hilgirtina vê berpirsyariyê nîşan didin, hêvî û hêzê dide me hemûyan. Gavên ku her yek ji we diavêje, guhertinên piçûk ên ku hûn dikin, destpêka veguherîneke mezin e."

Beşdarê bernameyê Prof. Dr. Hamdî Temel der barê xebatên ku di warê sifir bermayî de tên kirin de gotarek pêşkêşî xwendekaran kir.

Herweha di dewama bernameyê de xwendekaran lîstikek şanoyê lîst, helbest xwendin û ji bo balê bikişînin ser qirêjiya hawirdorê koreografiyên ku amade kiribûn bi beşdaran re parve kirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30