Şaredariyê bi wezîfeya demkî otobus ji Şaredariya Dêrsimê re veqetand

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi biryara pekinîna demkî ya ji aliyê meclîsê ve hat girtin, otobuseke şaredariyê ji Şaredariya Dêrsimê re veqetand da ku di xizmeta gel de bê bikaranîn. Hevşaredar Serra Bucak a ku şaredarî ziyaret kir got, "Îro me ne tenê silavên Amedê anîn vir, me otobusa şaredariyê ya ku Hevşaredarên me ji bo gelê Dêrsimê dixwestin jî anîn."

Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi biryara xwe otobusa şaredariyê ji bo 5 salan bi erka demkî ji Şaredariya Dêrsimê re veqetand da ku di xizmeta gel de bê bikaranîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak ku bi otobusa şaredariyê veqetandî çû bajêr, li ber avahiya şaredariyê ji aliyê Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan û welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Bucak ku bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin, piştre derbasî Şaredariya Dêrsimê bû. Di serdanê de Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan û Hacer Kurt bi Hevşaredar Bucak re bûn.

  Ji Bucakê ji bo Hevserokan pîroz be

Hevşaredar Bucak serdana şaredariyê kir û bi Hevşaredarên Dêrsimê Cevdet Konak û Bîrsen Orhan re protokola veqetandina otobusan îmze kir. Hevşaredar Bucak diyar kir ku ew bi otobusa şaredariyê ya ku demkî wezîfedar kirine hatine Şaredariya Dêrsimê û silavên Hevşaredar Dogan Hatun jî anîne. Bucak destnîşan kir ku anîna coş û silavên Amedê ji bo gelê Dêrsimê şeref û serbilindiyeke mezin e, Hevşaredarên Dêrsimê yên di hilbijartinên 31ê Adarê de hatin hilbijartin pîroz kir.

'Şaredartiyeka din pêkan e'

Bucak da zanîn ku 5 salên pêş me dê di warê xizmetkirina gel de gelek berhemdar bin û got ku wan dema hilbijartinê bi serkeftî li pey xwe hiştin. Bucak axaftina xwe wiha domand: “Hilbijartinên 31ê Adarê ji bo hemû şaredariyên ku li vê erdnîgariyê têdikoşin, ku dibêjin şaredartiyeke cuda pêkan e û dibêjin qey dibe ku şaredariyeke sosyalîst, wekhevîxwaz û piralî hebe hilbijartinek girîng bû.  Di 5 salên pêş de em ê bi biryarên bi gelê xwe re bi nêzîkatiyeke piralî, bi tevilkarî xebateke girîng derxin holê. Em ê piştrast bikin ku ev karûbar şefaf û kontrolkirî ne. Me îro ne tenê silavên Amedê anîn vê derê, me otobusa şaredariyê ya ku Hevserokên me ji bo gelê Dêrsimê dixwest jî anîn. Em kêfxweş bûn ku bi biryara xwe ya meclisê û protokolek 5 salan otobus pêşkêşî gelê Dêrsimê kirin. Em dikarin bi kooperatîfên jinan, kooperatîfên hilberînê, xebatên ekolojîk û gelek xebatên din ên di navbera Amed û Dêrsimê de vê yekê bidomînin."

Hevserokan spas kir

Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak ji ber serdana Hevşaredar Bucak kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê û raya giştî kirin.

Piştî axaftinan, Hevşaredarên Dêrsimê çente û balgeke birêkûpêk a ku ji kelûpelên xwe yên herêmî hatibû çêkirin, diyarî Hevşaredar Bucak kirin.

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2024 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30